Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8ê Adarê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Stenbolê meş tê lidarxistin.
8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên girseyî tê lidarxistin. Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8ê Adarê li Peykera Bogayê ya Kadikoyê ber bi Îskeleya Kadikoyê ve meşek tê lidarxistin. Piştî meşê dê li qadê mitîng bê lidarxistin.
Jin li pêşiya Peykera Bogayê kom bûn û bi kortejan dimeşin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi pankarta “Em bi berxwedanê jiyanekê azad û wekhev dihûnînin” dimeşe. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin di korteja TJAyê de cihê xwe girtin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azad” û “Bijî berxwedana jinan” berz dikin.















