Rojnameger Ugurcan Boztaş li Stenbolê dema çalakiya li dijî êrişên li ser Rojava dişopand hate binçavkirin.
Li Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk ji bo êrişên li ser Rojava şermezar bike çalakî li dar xist. Girse li Qada Aksarayê kom bû û xwest bimeşê lê polis êrişê girseyê kir. Di dema êrîşa polîsan de rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî rastî êrişê hatin. Polîsan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ugurcan Boztaş binçav kir. Boztaş bi tev li kesên din yên di çalakiyê de hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.













