Welatiyên dixwestin projeya GESê ku li ser axa wan tê çikirin, protesto bikin rastî êrişa cendermeyan a bi guleyên plastîk hat. Di êrişan de hing welatî birîndar bûn.
Li gundê Kervansarayê yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê de, gundiyan li dijî projeya santrala enerjiya rojê (GES) çalakî pêk anîn. Welatiyan çêkirina GESê protesto kir û xwestin ku şirket û dewlet destê xwe ji axa wan bikişînin. Gundiyên herêmê dibêjin ku projeya GESê li erdên çandiniyê û cihên jiyanê yên wan tê avakirin û ev yek dê bandorên neyînî li jiyana wan bike. Welatiyan diyar kir ku berxwedana wan ji bo parastina erd û jiyana gundê berdewam dike.
Welatî birîndar bûn
Dema gundiyan dixwest daxuyanî bidin bi mudaxeleya cendirmeyan re rû bi rû man. Pêşiyê bi bombeyên gazî û piştre jî guleyên plastîk li dijî welatiyan hatin bikaranîn. Gundiyên li zeviyan belav bûyîn, bi çepik û sloganan êriş şermezar kirin. Di encama êrişê de hin kes birîndar bûn. Welatiyan bi derfetên xwe alîkariya kesên birîndar bûne, kir.
Gundiyan bang li rayedaran kir ku projeyê rawestînin û destê xwe ji jiyana xwa bikişînin.













