Saziya avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya demdirêj, xebatên avakirina Tesîsa Parzûnkirina Avê ya Asta Dûyemîn didomîne. Ger ev tesîs temam bibe heya sala 2060î dê hewcedariya bajêr temîn bike.
Xebatên tesîsa ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ve li navçeya Peyasê tê avakirin, bê navber didomin. Proje, ji bo ku hewcedariya nifûsa zêde bi rengekî ewle û bêbirîn dabîn bike, xebatê bi lezgînî bi pêş dikeve.
Pêvajoya avakirinê li gorî planê bi rê ve diçe
Di projeya ku 31ê Cotmeha 2025an de hîmê wê hatibû avêtin, biryar hatiye girtin di 450 rojan de bi dawî bibe. Asta çêkirina depoya avê ya 20 hezar metrekup gihîşt ji sedî 40î û asta giştî ya tesîsê gihîşt ji sedî 17an. Ji bo çêkirina depoya avê beton hat rijandin û xebatên li ser depoya avê berdewam dikin.
Dema ev tesîsa nûjen bi dawî bibe, kapasîteya parzûnkirina avê ya Amedê dê bibe du qat. Armanc ew e ku ev proje heya sala 2060î hewcedariya bajêr temîn bike û bibe bingeha ewlehiya avê ya demdirêj.














