Wan – Li Wanê û navçeya Tetwanê Hevserokê Konseya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan di nav de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Wan û Tetwanê îro di vê serê sibê de polîsên dewleta tirk bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Li Wanê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê berê Harûn Okay û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê û Hevserokê Konseya Bajêr a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan hatin binçavkirin. Li Tetwanê jî welatiyê bi navê Mûstafa Doner li mala xwe hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ev 3 kes, di çarçoveya dosyaya Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê hatiye girtin û qeyûm tayînî cihê wî hatiye kirin de hatine binçavkirin.
Her wiha hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Wanê.