• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe

    Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe

    Mohamed Refaat: Ez slavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim

    Mohamed Refaat: Ez slavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe

    Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe

    Mohamed Refaat: Ez slavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim

    Mohamed Refaat: Ez slavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê rêzeçalakî: Bila faîl bên cezakirin

Wan / AW

13 COTMEH 2025 - 15:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha YYUyê û Platforma Jinan a Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di doza Rojîn Kabaîşê de li ber avahiya rektoriyê û Saziya Tiba Edlî rêzeçalakiyek li dar xistin û xwestin faîl bên cezakirin û kuştina Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin.

Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de, rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarî mînakên DNAyê, daxilî dosyeyê hatin kirin. Di 11ê Cotmehê de Baroya Wanê û Baroya Amedê, li Amedê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku bi rapora ATKê re îhtimala êrişa zayendî derketiye holê. Li ser vê geşedanê, li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş rêzeçalakî hatin lidarxistin. Ewilî xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li ber avahiya rektorê zanîngehê çalakiya rûniştinê û bêdengiyê li dar xistin û îhmalkariya rêveberiya zanîngehê û rektor protesto kirin. Di çalakiyê de dowîzên “Em ji bo xeyalên rojînê yên nîvco mayî li vir in”, “Dengê me dengê rojînê ye” û gelek dowîzên din hatin rakirin. Bi sedan xwendekar zanîngehê tev li çalakiyê bûn.

Dû re bi pêşengiya Platforma Jinan a Wanê li ber ATKê ya di nava zanîngehê de ye, daxuyaniyek hat dayîn. Şagirtên li ber avahiya rektor kombibûn bi meşeke girseyî tev li daxuyaniyê platformê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên weke “Ji bo rojîn edalet”, “Rojînê xwe ne kuştiye, faîlan bibînin û bidarizînin” û “Ji bo Rojînê bê deng nemîne” hatin rakirin.

‘Geşedanên nû rê û cehwera dozê guhertiye’

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Fatma Ulgen metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku tevî salek li ser bûyerê re derbas bûye jî lêpirsîn bi bandor pêş naçe, fermana sînordarkirinê li ser dosyaya dozê hîn jî di meriyetê de ye û heta telefona Rojînê jî nehatiye vekirin. Fatma Ulgen diyar kir ku salek e, Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan, Baroya Amedê û Navenda Mafên Jinan ji bo eşkerekirina nimûneyên DNAyê yên li ser cenazeyê Rojînê û cihê nimûneyên DNAyê daxwazname pêşkêşî Saziya Tiba Edlî kirine û got: “Ji îro pê ve, encamên DNAyê yên du mêrên cuda ku di rapora duyemîn a Saziya Tiba Edlî de cih digirin, bi awayekî zelal rê û cewherê dozê guhertiye. Ev encam nîşan didin ku DNAya yekemîn li devera sîngê Rojînê, DNAya duyemîn jî li devera vajînaya wê hatiye tespîtkirin. Ev dane bi awayekî zelal nîşan didin ku mirina Rojin Kabaiş weke ‘xwekuştin’ nayê nîşandan. Di doza Rojin Kabaiş de xuya ye ku delîl di wextê xwe de nehatine berhevkirin, malbat û nûnerên wan di pêvajoya otopsiyê de nehatine tevlîkirin û doz ji destpêkê ve bê şefafî hatiye birêvebirin. Doza Rojîn Kabaîşê mînakek din a têgihîştina ‘xwekuştinê’ û pratîka bêcezatiyê ye ku pir caran di mirinên gumanbar ên jinan de çêdibe.”

Giliyê serdozgerê wê demê kirin

Fatma Ulgen anî ziman ku di doza Rojîn Kabaîşê de, di rapora Saziya Tiba Edlî ya 6ê mijdara 2024an de nimûneyên DNA yên du mêrên cuda hatin tespîtkirin û ev tişt anî ziman: “Hat gotin ku ev nimûneyên DNAyê di vajînayê de nehatiye tespîtkirin. Lêbelê, rapora ATKê ya 10ê Cotmeha 2025an di dawiyê de ragihand ku nimûneyên DNAyê di sing û vajînayê de hatine dîtin. Weşandina dereng a agahdariyên ewqas girîng ku bi bingehîn rêka dozê guhert, pirsên cidî li ser pêvajoyê derdixe holê. Ji ber vê çendê Baroya Wanê li dijî kesên ku rapora ATK amade kirine giliyê sûc kir. Wekî din, tevî ku ev agahî di raporên ATK yên berê yên di dosyeya lêpirsînê de tune bû jî, Serdozgerê wê demê di hevpeyvînekê de agahiyên derew bi raya giştî re parve kir. Ev daxuyanî ne tenê nepeniya lêpirsînê binpê kir, lê di heman demê de raya giştî jî şaş agahdar kir. Ji ber vê yekê, li dijî Serdozgerê wê demê jî ji ber xapandina raya giştî bi belavkirina agahdariya derew û ji ber îstismara peywirê gilî hate kirin.”

Ji bo tespîtkirina DNAyê serlêdan hat kirin

Fatma Ulgen destnîşan kir ku ji bo ronîkirina nimûneyên DNAyê û tespîtkirina sûcdaran serlêdan hatiye kirin û da zanîn ku hûrguliyên serlêdanê ji ber îhtîmala veşartina delîlan û revîna sûcdaran nikarin bi raya giştî re parvev bikin. Fatma Ulgen, wiha bi dawî kir: “Di doza Rojîn Kabaîşê de ev pêvajo ne tenê nîqaşek li ser delîlan e, ew nîşaneyek eşkere ye ku çawa mafê jiyanê yê jinan tê bêqîmetkirin û îhmalkariya pergala edaletê ya li ser bingeha zayendî tê kirin. Weke Platforma Jinan a Wanê, em dixwazin raya giştî agahdar bikin ku em ê pêvajoya qanûnî ya li dijî hemû berpirsiyarên vê dozê heta dawiyê bişopînin û bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo eşkerekirina rastiyê bidomînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: Rojîn KabaîşZanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU)
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

‘Hesasiyet û zexta civakê lêpirsîna Rojînê anî vê merhaleyê’

23 MIJDAR 2025
Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

19 MIJDAR 2025
Dayik û bavê Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir

Dayik û bavê Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir

19 MIJDAR 2025
Di rapora ATKê de pirs bê bersiv in

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de rûdanek nû

13 MIJDAR 2025
Şaredariyên DEM Partiyê yên li Amedê starta 25ê Mijdarê dan

Şaredariyên DEM Partiyê yên li Amedê starta 25ê Mijdarê dan

11 MIJDAR 2025
Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojîn Kabaîş bişînin Portekîzê

30 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (116)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne