Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û Şaredariya Rêya Armûşê, li eywaneke dawetê ya Wan ji bo rexne û pirsgirêkên gel guhdar bikin bernameyek li dar xist.
Bername bi armanca guhdarkirina pirsgirêkên malbatan û bi hev re çareserkirina wan pirsgirêkan, xurtkirina têkiliyên civakî hat li darxistin.
Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê û Şaredariya Rêya Armûşê li eywaneke dawetê ya li navçeyê Rêya Armûşê ya Wanê, bi malbatan re ji bo pêşniyar û rexneyên bernameyek li dar xist. Bername bi armanca guhdarkirina pirsgirêk û ji bo xurtkirina têkiliyên civakî hat lidarxistin. Bernameya bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên demokrasiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê beşdaran dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir û çepikan xistin. Parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Mahmût Dîndar, Zulkuf Ûçar, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyên navendî yên Wanê, hevserokên rêxistina bajêr û navçeyên navêndî yên DEM Partiyê û DBPê, nûnerên saziyên civakî yên demokratîk û gelek malbat tev li bernameyê bûn.
Di bernameyê de xwarin hat xwarin û piştî xwarinê gel bi rayedaran re li ser pirsgirêkên bajêr sohbet kirin.












