• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Ocalan derbarê bûyerên civakî de peyamên girîng

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawiyê balê dikişîne ser bûyerên di salên dawiyê de di nav civakê de zêde bûne û dixwaze ku pirsgirêkên civakî ne bi riya şiddetê riya aqil û nesîhetê bên çareser kirin. Abdullah Ocalan ji bo pêşiya van bûyeran bê girtin dixwaze hemû kesên bi hestiyar di vî warî de rol bigirin.

Şer û pevçûnên di nav malbat, bajar û eşîran de derdikevin hindî diçe vedigere pirsgirêkek giştî ya civakê. Demên dawî bi taybetî li Wan û gelek bajarên din pirsgirêkên herî biçûk jî vedigerin pêlek tundiyê û ev yek bandorek neyînî li ser têkilî, aştî û aramiya civakî dike. Li gorî agahiyên ji Lijneya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê hatin girtin vê pirsgirêka civakî bala Rêbera Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kişandiye. Abdullah Ocalan bal kişandiye ser xeteriya vê pirsgirêkê û banga hestiyariya civakî kiriye.

‘Ez di ferqa tundiya di nav civakê de me’

Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê dayîn Abdullah Ocalan bi rêya çapemeniyê geşedanên civakî dişopîne û zêdebûna bûyerên di navbera kes, malbat û eşîran de bala wî kişandiye. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê van mijaran de agahî ji Lijneyê xwestiye û bal kişandiye ser van mijaran: “Ez ferq dikim tundiya di nav civakê de di rewşek awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di astek bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.”

‘Ez ê dest biavêjim van meseleyan’

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde li ser bisekine jî ev tundiya di nav civakê de zêdebûyî ye û ev yek wiha nirxandiye: “Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez bikaribim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim. Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin dê dor bê van mijaran jî. Ez soz dikim ku di demek kin de qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî dê tundiya di nav civakê de be. Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin.”

‘Divê gotineke mirov biêşîne jî neyê kirin’

Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Abdullah Ocalan ewilî bang li hemû kesên wî guhdar dikin, kiriye û wiha gotiye: “Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev. Pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim.”

‘Li hemberî tundiya nav civakê berpirsyarî bigirin’

Abdullah Ocalan bang li hemû kesên hestiyar dike ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin. Abdullah Ocalan di vî warî de jî ev peyam dane: “Hemû kes û hevalên di vê mijarê de dixwazin berpirsyariyê bigirin jî divê meseleyê mîna berpirsyariyek exlaqî bibînin û di asta herî jor de rol bilîzin. Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim. Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serkeftî ne. Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin.”

‘Têkoşina demokrasiyê rêxistinbûn e’

Li ser berpirsyariya siyasetê ya di vê mijarê de jî Abdullah Ocalan xwestiye ku pêwist e têkoşînek xurt bê meşandin. Abdullah Ocalan sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan kiriye û bal kişandiye ser van xalan: “Min çend caran hişyarî kirin. Divê civak bê rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn pêwist e heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin. Ev civak ne civakeke bê îhmalkirin e. Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e.”

‘Potansiyela DEM Partiyê li derdora ji sedî 20an e’

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser rola DEM Partiyê ya di siyaset û rêxistinkirina civakê de û wiha didomîne: “Di merhaleya duyemîn a pêvajoyê de ez ê bi vê mijarê re mijûl bibim. Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwist e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e. Dixwazî bila tifaqa Cûmhûr dixwazî bila ya Milet bê ser kar bêyî DEM Partiyê nabe. Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20an e.”

Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê parvekirin Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de herî zêde li ser zagona ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiya ye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.

Etîket: Peyama Abdullah OcalanPirsgirêkên civakîŞandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026
Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

10 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclîsa Îştarê re peyam şand

Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclîsa Îştarê re peyam şand

5 KANÛN 2025
Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

23 COTMEH 2025
Wextê pêvînayîşanê Heyetê Îmraliyî dîyar bi

Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

25 TÎRMEH 2025
Şandeya Îmraliyê bi Ozgur Ozel re hevdîtin kir

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

25 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (261)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne