Ji 5 ciwanên ku 2 ji wan zarok bûn û 3 roj berê li Wanê hatibûn binçavkirin, Çekdar Benek bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Zarok Çekdar Benek di eywana dadgehê de hat îşkencekirin û ew birin girtîgehê.
Li Wanê sê roj berê di serdegirtinên malan de 2 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin. Emrullah Derin (18), Hozan Çîçek (18), Serhat Çîçek (17), Bedirhan Erol (18) û Çekdar Benek (17) ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji van 5 kesan Çekdar Benek bi hinceta “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin û Benek ji aliyê dadgehê ve bi heman hincetê hat girtin.
Zarok Çekdar Benek, di eywana dadgehê de rastî îşkenceyê hat û ew birin girtîgehê. Parêzerên li eywana dadgehê amade bi hêrs bertek nîşanî polîsan dan. Di bûyerê de gef li parêzeran jî hate xwarin. Parêzeran diyar kirin ku ew ê derbarê îşkenceyê de gilî bikin.