Li Zanîngeha Şehîd Beheştî ya li Tehranê di roja çaremîn de jî çalakiyên xwendekaran berdewam kir. Xwendekaran bi berzkirina, “Bajîj DAIŞ e” rejîma Îranê protesto kir. Li Zanîngeha Tehranê jî çalakiyan berdewam kir.
Li Îranê xwepêşandanên li dijî rejîmê ku cardin destpêkirin li zanîngehan berdewma dikin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê xwepêşandanên li Zanîngeha Şehîd Biheştî ya li Îranê ketin roja çaran. Xwendekarên li kampûsa zanîngehê kom bûn sloganên, “Basîj û Sepahî DAIŞ e”, “Azadî azadî azadî” û “Ey şehîd em hûn in” berz kirin. Xwendekaran bi çalakî û sloganan îstîfaya rejîmê xwestin û daxuyandin ku dê heta rejîm hesabê komkujiyan bide, têbikoşin.
Li Zanîngeha Tehranê çalakî didomin
Li gorî çavkaniyên herêmî li Zanîngeha Tehranê jî bi hezaran xwendekar çalakiyên xwe didomînin. Xwendekarên sloganên, “Azadî azadî azadî” û “Ji dîktator re mirin” berz kirin, îstîfaya rejîma mola xwest.













