Akademiya Ma Musicê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9emîn li Çand Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar xist û salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir.
Akademiya Ma Musicê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9emîn li Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Gelek kes tev li bernama pîrozbahiyê bûn. Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku şeyim şandine şûna wê di salvegera Ma Musicê de axivî.

Devrîm Demîr anî ziman ku dema ku li vê derê qala pêvajoya avabûna Ma Musicê dikin hestên pir cuda ji bo wan hemûyan ava dibe. Devrîm Demîr diyar kir ku wek komeke mamoste biryar dabûn ku 400-500 ciwanên ku wê salê li akademiya Aram Tîgran, konservatuara Aram Tîgran qeyd bûbûn û dîsa nêzî 240 şagirtê wan yê heyî, ji bo ku bê alternatîf nemînin ku qadekî alternatîf bê avakirin û ew jî Ma Music bûye û wiha got: “Helbet ne bi keda 10 an 11 hevala Ma Musicê hat avakirin. Her hevalekî/ê li vê derê, her mêvanekî/ê li vê derê, di avakirina Ma Musicê de xwedî ked e. Ji ber wê em gelekî ji bo we spasdar in.”
‘Çand dikare bibe pêşengê Pêvajoya Aştiyê’
Devrîm Demîr bal kişand li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha domand: “Em li bakurê Kurdistanê di nava pêvajoyek nû de ne û di vê pêvajoyê de rolek gelek girîng dikeve ser milê qada çandê. Hevalan jî gotin, bi gotinên Rêbertî jî bal kişandin ser rol û mîsyona çandê ku ji bo civakekê çi qas girîng e. Di hemû pêvajoyên berxwedanê de çand her tim bûye, çand, huner û ziman, her tim bûye kirdeyê sereke yên berxwedanê. Ji ber wê em dibêjin ku di avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî çand, qada çandê, xebatkarê çandê dikarin bibin pêşengê vê pêvajoyê. Dikarin tiştekî resen, tiştekî nû ava bikin û civakekî bi hunera we, bi çanda we, bi nasname û zimanê we bikêşin azadiyê, bikêşin aştiyek birûmet û mayînde.”
Piştî axaftina Devrîm Demîr bername ya Ma Musicê bi lêdana piyanoyê destpê kir. Piştî pîyanoyê Koma ciwanên Mayê derketin ser dikê û stranên xwe gotin.
Ma Musicê bi stranên xwe re beşdaran coşandin. Bernameya salvegera 9emîn a Ma Musicê bi dayîna plaketa dawî bû.














