Buroya Hiqûqê ya Asrinê, diyar kir ku malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûye Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ragihand ku ji malbata Abdullah Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê ê Rihayê Omer Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî mijarê ev tişt got: “Îro (31’ê Cotmehê) rêzdar Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi endamên malbatê Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin pêk aniye.”
 
			













