TRT Sporê biryar girtibû ku maça Amedspor û Eroksporê ku dê îro bê lîstin pêşkeş neke. Lê li ser bertekên hatin nîşandan maça Amedsporê dê îro ji TRT Kurdiyê bê weşandin.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dê îro Erokspor û Amedspor di hefteya 34emîn de li Stenbolê saet di 20.00an de bên hemberî hev. Ev maç di rêya şampiyontiyê de ji bo Amedsporê gelek girîng e. Amedspora dixwaze Eroksporê têk bibe û ji bo şampiyontiyê û çûyîna Lîga Super a Tirkiyeyê serkeftineke girîng bidest bixe. Dihate mereqkirin ku maça Amedsporê dê zindî were weşandin an na. TRT Sporê biryar da ku li şûna maça Amedspor û Eroksporê, maça Îstanbûlspor û Erziromsporê pêşkeş bike. Li ser vê yekê gelek bertek hatin nîşandan ku maçeke şampiyontiyê eleqedar dike çima zindî nayê pêşkeşkirin.
Bertek encam girtin
Li ser bertekan hate ragihandin ku maça Amedsporê dê li ser TRT Kurdiyê bi awayekî zindî bê weşandin. Maç dê bi Kurdî û Tirkî bê vegotin. Alîgirên Amedsporê bi kelecan li benda skora maçê ne. Amedspor serbikeve dê pûanên xwe bike 73 û dê pûanên di navbera wê û Eroksporê derkeve 7an. Erokspor jî bi 66 pûanan di rêza sêyemîn de ye.













