Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên hikûmeta demkî bi çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk di nava 2 rojên dawî bi dehan komkujî pêk anîne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal komkujiyên ku çeteyên hikûmeta demkî bi çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk di nava 2 rojên dawî de li gelek bajarên Kurdan kirine belge kirin.
Rêxistinê diyar kir ku li dijî welatiyan li ser nasnameyê û aîdiyeta neteweyî komkujî hatin kirin. Ji ber hovîtiya komkujiyan rêxistin niharke dîmenên parve bike.
Rêxistinê da zanîn ku ji nava wan qurbaniyan welatî Henan Mihemed Qîşo yê ji şêniyên gundê Xelîl yê bajarê Şiyê yê Efrînê ye. Henan Mihemed Qîşo dema ji Tebqa vedigerî Efrînê di 19ê çileyê de hat kuştin.











