• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mahmut Kaya 44 sal in winda ye

Navenda Nûçeyan /AW

28 KANÛN 2024 - 15:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1031emîn de aqûbeta Mahmut Kaya pirsîn û gotin: “Di 44emîn salvegera windakirina wî de em dixwazin înkar bi dawî bibe û edalet pêk bê.”

Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1031emîn li dar xistin. Li gel Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan gelek kes li qadê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mahmut Kaya yê 44 sal berê hat windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Dijî Windayên Di Binçavan de a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan metna daxuyaniyê xwend.

Mahmût Kaya li ku ye

Sebla Arcan, anî ziman ku Mahmut Kaya piştî ku di 23yê Kanûna 1980an de ji aliyê şaxa siyasî ya Qersê ve hat binçavkirin, careke din agahî jê nayê girtin û got: “Mahmût Kaya yê 21 salî dema pankarka ‘Dê Komkujiya Mereşê bê pirsin’ li Qersê daliqand hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê ew birin Midûriyeta Şaxa Siyasî. Li gorî gelek îfadeyên şahidan Mahmut Kaya di 3yê Çileya 1981an de piştî îşkenceyên giran ên deh rojan hat qetilkirin. Ji Mahmut Kaya yê ku cenazeyê wî winda bû careke din agahî jê nehat. Kesekî li Erziromê li mala malbata Kaya geriya û agahî da Mahmut sax e. Li ser vê yekê Sebahattîn Kaya hat Qersê û serî li saziyên pêwendîdar da. Bi Waliyê Qersê re hevdîtin kir. Lê hat redkirin ku Mahmut hatiye binçavkirin.”

Sebla Arcan, diyar kir ku di rapora 350 rûpelî ya ku ji aliyê malbata Mahmut Kaya û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê ve hatiye amadekirin, bi berfirehî qala qetilkirina Mahmût Kaya hatiye kirin û wiha dewam kir: “Rayedarên serdemê di rapora berfireh a ku di encama hevdîtinên bi polîs û şahidên wan re hatiye amadekirin de, navên karmendên ku di kuştina Mahmut Kaya girtî de cih girtine û navên rayedarên ku çavê xwe jê girtine tev hebûn. Şahîd Davut Aksu jî ji komîsyonê re axivî û gotibû ‘Kesê bi navê Mahmut Kaya anîn. An şeva sersalê bû an jî roja din bû. Em li kêleka hev hatin girêdan û îşkenceyêk giran lê kirin. Laşê wî reş bibû, ew li cem min mir. Me birin odeyek din û dema min nebza Mahmut Kaya kontrol kir, min ferq kir ku ew mirî ye’. Tevî van û gelek îfadeyên şahidên bi vî rengî jî aqûbeta Mahmut di tariyê de ma û kiryar jî bêceza man.”

‘Dê lêgerîna me bidome’

Sebla Arcan destnîşan kir ku lêgerîna edaletê çiqas sal derbas bibe jî wê bidome û got, “Di 44emîn salvegera windakirina Mahmut Kaya de em daxwaza xwe ya dawîkirina înkarê dikin û daxwaza pêkanîna edaletê dubare dikin. Em ê dev ji daxwaza edaletê ya Mahmut Kaya bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Di çalakiyê de bertek nîşanî binçavkirina 7 xebatkarên Çapemeniya Azad dan û xwestin bên berdan. Çalakî bi danîna qurnefîlên li qadê bi dawî bû.

Etîket: 44 salMahmut kayaSebla Arcan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (207)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne