Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema banga dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan erênî û bi wêrekî pênase kir û destnîşan kir ku divê dewleta tirk li pêşberî vê bangê gavên şênber biavêje.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema ku di dema komploya navneteweyî ya 1999an de serokwezîrê Îtalyayê bû, li ser banga ‘Civaka demokratîk û aştiyê’ ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo gaveke erênî û bi wêrek e.
Massîmo D’Alema destnîşan kir ku li pêşberî daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan divê dewleta tirk gavê biavêje û got, “Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikumeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin.”
Massimo D’Alema ku Cotmeha 2024an ji televîzyona Medya Haberê re axivî, mikur hatibû ku Serokê DYEyê yê wê demê Bill Clinton li wî geriya bû û jê re gotibû, ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’.