Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî ragihand ku wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û spasiya rayedarên PDKê kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye. Mazlum Ebdî da zanîn ku armanca hevdîtinê nêzîkkirina nêrînên wan û hikûmeta Sûriyeyê ye û spasiya hewlên Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Mazlum Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Di çarçoveya hewlên siyasî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de, min bi Serokê Herêma Kurdistana kek Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Em hewlên Serok Mesûd Barzanî û kek Nêçîrvan Barzanî yên di vê qonaxê de bilind dinirxînin, ji ber ku piştgiriya wan a ji bo hewlên siyasî bi hevahengiya navbeynkarê Amerîkî berdewam dike.
Armanc rawestandina agir, vegera li diyalogê û bicihanîna rêkeftinên îmzekirî ye, bi awayekî ku serkeftina pêvajoya entegrasyona navbera me û hikûmeta Sûriyeyê misoger bike.
Helwesta Herêma Kurdistanê, çi serkirdayetî û çi gel, li cem gelê me cihê rêz û teqdîreke mezin e.”













