Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, bi şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re tev li konferansê bû û diyar kir ku ew di konferansê de daxwazên Kurdan aniye ziman.
Hevseroka Daîraya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi hev re tev li 63yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn. Mazlûm Ebdî derbarê hevdîtinên li konferansê û naveroka civînên pêk aniye ji Medya Haber TVyê re axivî û piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da çapemeniyê.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew li gel şandeya hevpar a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re tev li civînê bûye û wiha got: “Ji ber di navbera me de peymanek heye, em jî li gorî vê peymanê tevdigerin lewma me bi biryar da ku em bi hev re bi ser navê Sûriyeyê de tev li bibin.
Encamên Konferansê
Mazlûm Ebdî piştî tevlibûna konferansê li ser encamên hevdîtinên xwe de jî sekinî û wiha got: “Hemû kesên ku me bi wan re hevdîtin pêk aniye diyar kirin ku ew ê şopdarê pêvajoyê bin. Me jî ji hemû aliyan xwest ku bibin şopdarê pêvajoyê û garantoriya pêvajoyê bikin. Em dikarin bêjin ku nêzîkatiya wan erênî bû. Ev geşedan ji bo Rojava tê wateya qonaxeke nû. Rêveberiya Rojava, taybetî jî rêveberiya leşkerî yeke carê wek fermî tê qebûlkirin.”
Kurd dê xwe birêve bibin
Mazlûm Ebdî bal kişand ser peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û ev tişt gotin: “Hêdî jî be dimeşe. Ji bo me ya herî girîng agirbest e. Di halê hazar de agirbest di dewreyê de ye. Hin pirsgirêkên ku divê werin çareserkirin hene. Lihevkirinek heye lê belê em li bendê ne ku ev lihevkirin têkevin meriyetê.”
Sazî dê bên parastin û fermîkirin
Di berdewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî ji bo pêşeroja Rêveberiya Xweser ev tişt gotin: “Herêmên Kurdan ji aliyê rêveberiyê de dê xwe birêve bibin. Dê rêveberên xwe bi xwe hilbijêre. Wek leşkerî kesên din av YPG, YPJ û HSDê de erk girtine dê li herêmên xwe de bimînin, dê wek leşkerî erkdar bin. Dê hêzên herêmî yên ewlehiyê bi saziyên navendî re di nava koordînasyonê de bin lê belê dê ji bi destê rêveberên herêmî werin birêvebirin. Destkeftiyên saziyên ziman, perwerde û çandê dê werin parastin û fermîbûna wan dê were pêkanîn.”
Mazlûm Ebdî piştî civîna bi Serokê Herêma Federa ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re pêk aniye daxuyanî da çapemeniyê.
Me daxwaza xwe ya ‘Rêveberiya Kurd’ anî ziman
Mazlûm Ebdî di daxuyaniyê de da zanîn ku rayedarên wezareta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê zêde xwe bi têgehan ve diêşînin û wiha got: “Pirsgirêka Dewleta Sûriyeyê bi têgehan re heye. Lê belê di herêmê de rêvberiyeke Kurd dixwazin. Nav çi be bila bibe ya girîng ew e ku Kurd be û şêwaza xwe ya rêvebirinê hebe. Em avabûneke ku herkes xwe di ewlehiyê de hîs bike dixwazin.”
‘Armanca me yek e’
Mazlûm Ebdî da zanîn ku hevdîtina wan a bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêk anine erênî derbas bûye û wiha got: “Ji bo heman armancan em ê bi hev re tevbigerin. Armanca xebatan yek bû. Em şandeya Kurd weke yek dibinînin.”
‘Her ciwan dikare parastinê bike’
Di dawiya axaftina xwe de Mazlûm Ebdî têkildarî hêzên parastinê yên li Rojava ev tişt gotin: “Her ciwaneke Kurd dikare were û di bin çar tugay û hêzên jin de ku dê girêdayî artêşa Sûriyeyê be cih bigire. Pêşmergeyên Roj jî dikarin tev li bibin û erk bigirin. Ev yek ji bo parastina Rojava pêwîst e.”













