• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berxwedana gelê Kurd nûnerên Rojava bir Konferansa Munîhê

Hakki Boltan / AW

14 SIBAT 2026 - 11:55
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET, ROJANE
A A
Vexwendina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û dîplomata Kurd Îlham Ehmed ji bo Konferansa Munîhê ne tenê di nava gelê Kurd û Kurdistanê de deng veda. Ev di nava dost û neyarên Kurdan de jî deng veda û bû sedema dilxweşî û kêfxweşiya Kurdan û dostên wan û her wiha dîmenên derketin holê jî bû sedema dilnexweşiya dijberên Rojava û Kurdan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, Serokê Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) Nêçîrvan Barzanî jî vexwendiyên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ne. Her sê payebilindên Kurd beşdarî Konferansê bûn.

Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî li cihê konferansê li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan. Her wiha Barzanî jî bi gelek serkirdeyên welatan re civiya. Bi taybetî dîmenên Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî, bû cihê kêfxweşî û dilxweşiyek mezin a gelê Kurd û dostên wan. Her wiha dîmenên derketin holê jî kêfa dijberên Kurdan û Rojav neanî.

Divê mexsed û armanca dijber û neyarên Kurdan baş bê famkirin divê bi kurtasî wate û giringiya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê û kurtedîroka wê jî baş bê zanîn.

Armanca damezrandina Konfaransa Ewlehiya Munihê

Armanca û mexseda Konferansê ev e ku mijarên wek sedemên şerên heremî, şerên mezin yên navdewletan, terorîzm, ewlehiy sîber, ewlehiya enerjiyê û mijarên din tên nîqaşkirin. Ji bo derfet ji diyaloga dîplomasiyê re çêke her wiha aliyên fermî û nefermî bîne ba hev, ji bo rê li ber krîzan û aloziyan bigire derfetê diyalogê çêdike da ku rê li ber çareseriyan veke, têkiliyên transatlantîkê xurt bike, taybet jî têkiliyên Ewropa û Amerîkayê li pêş bixe û bi kurtasî ji bo aştiya kûrewî li pêş bixe diyaloga navdewletan li Munihê li pêş dixe.

Bi kurtasî dîroka Konferansa Ewlehiyê ya Munihê

Konferans di sala 1963yan de hat damezrandin. Konferans ji aliyên weşanger û pîsporê ewlehiyê Ewald-Heinrich von Kleist-Schmenzin hatiye destpêkirin. Navê xwe yê yekemîn “Wehrkundetagung” (Civîna Zanistê ya Parastinê) ye. Ev zanista parastinê di destpêkê de ji bo NATOyê pêk dihat. Di serdema Şerê Sar de mijara ewlehiya welatên NATOyê digirt dest û li pişt deriyên girtî dihat kirin. Piştî 1990î form guherî û wek civîna ewlehiya kûrewî teşe girt. Piştî Şerê Sar rawestiya, welatên wek Rûs, Çîn û welatên Rojhilata Navîn jî ji bo konferansê hatin vexwendin. Piştî salên 2000î bû platforma navneteweyî ya cîhanê.

Bi kurtasî Konferansa Ewlehiya Munihê sala 1963yan ji bo ewlehiya welatên NATOyê dest pê kir û piştî 2000î bû platforma navneteweyî. Ev platform platformeke dîplomatîk e û xwedî rol û mîsyaneke pirr girîng e. Mirov dikare bêje ev platform dika diplomasiyê ye. Li vir ne tenê bazara aştî û ewlehiyê tê kirin. Di heman demê de bazara danasîn û rewakirinê ye jî. Hêzên ku neyên qebûlkirin nikarin beşdarê platforma ewlehiya li Munihê bibin û ji aliyê platformê ve jî nayên vexwedin. Kesayet ango aliyên ku tên vexwendin di parzûna ewlehî û rewakirî ya vê platformê de derbas dibe û hê paşê tê vexwandin.

Dema armancên Konferansa Ewlehiya Munihê tê vegotin ev naye wê wateyê ku ev Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bê qisûr e. Lê ji ber ku mijar ne ev e, şîrove û rexneyan ji bo analîz û nivîseke din bimîne baştir e.

Beşdariya li Konferansa Munihê serdemeke nû ye

Ji bo gelê Kurd û taybet jî ji bo Rojavayê Kurdistanê vexwendina nûnerên Kurd ji bo Konferanê geşedaneke nû ye û vebûne deriyê civaka navneteweyî ya ji bo Rojava ye. Vebûna deriyê dîplamasiyê her diçe zêdetir dibe. A destpêkê Foruma Ewlehiya Rojhilata Navîn ya li Duhokê bû. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ji aliyê Serokwezîrê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî ve hatibûn vexwendin. Hemû analîst û pisporên dîplomat diyar kirin ku ne rizaya hin hêzên navneteweyî be ev vexwandin dê pêk nedihat. Beşdariya Ebdî û Ehmed a li Forumê Dihokê, ji bo vebûna rêya Munihê geveke destpêkê û baş bû.

Vexwendin û beşdariya li Munihê ji bo Rojavayê Kurdistanê serdemeke nû dide destpêkirin. Mazlum Ebdî jî ji rojnamegeran re gotibû ku hatina wan a Konferansa Munîhê ji bo Rojava geşedanek erênî û destpêkek nû ye. Geşedan pirr bi lez li pêş dikevin. Hem ji aliyê negatîf û hem jî ji aliyê pozîtîf ve. Piştî peymana Parîsê êrişên ku li dijî HSDê û Rojava pêk hatin, di statuya entegrasyonê de guhartin çêkir û darpêça li ser Kobanê û Hesekê geşedanên neyînî ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên cidî yên rêveberiya Kurdan li vir ji dest çûn.

Berxwedana Kurdan, dîplomatên Kurd vexwend Konferansa Munihê

Lê ji aliyê pozîtîf ve jî geşedanên nû yên xurt pêk tên. Di serdema êrişên li ser Rojava de, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê daketin qadan û berxwedana wan rê li ber deriyên dîplomasiyê vekir. Bi vê berxwadana dîplomasiyê li kolanan xwe bi raya giştî ya cîhanê dan qebûlkirin. Çalakî û berxwedana Kurdan gelek girîng bû. Bi vê diyar kirin ku hebûna wan a hevgirtî ji bo wan û ji bo cîhanê xwedî rol û rista ewlehiyê ye. Nedîtina vê hêza Kurdan, cîhanê bi ewle nake. Ji bo vê jî Konferansa Ewlehiyê ya Munihê vê yekê dît û nûnerên Kurdan vexwendin Konferansê.

Berxwedanê agirbest pêk anî

Beriya Konferansa Munihê jî geşedanên pir girîng pêk hatin. Dema bi milyonan Kurd li çar parçeyên Kurdista û li her derê cîhanê daketin qadan û her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk li sernger û li nav bajaran ji bo parastina Kobanê û Hesekê dest bi şerê man û nemanê kir rengê dîplomasiyê jî guhert. Dema berxwedan didomiya, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û bi dehan nûnerên hikûmetên cîhanê bi dîplomasiya daxuyanî û telefonan mudaxileyî rewşa diqewimî kirin û ketin nav hewldanên ku agirbest pêk were. Di berdewamiya berxwedana Kurdan de geşedanên dîplamatîk li du hev rêz bûn. Ev tiştên qewimîn yek bi yek di rojevê de cihên xwe girtin.

Berxwedanê mohra rê li ber statuyê vekir

Di Konferansa Munihê de hevdîtinên stratejîk tên kirin. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed û heyetek Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyan û hevdîtineke girîng pêk hat û ev yek xwedî çend wateyan e. Yek jê ev e ku Rêveberiya Kurd a Rojava wek parçeyeke Sûriyeyê tê qebûlkirin lê di nava Sûriyeyê de jî xwedî statuya taybet e û Amerîka vê statuyê nas dike. Wêne û dimenên ji hevdîtinan derketin holê vê yekê diyar dike. Lê pratîk grîng e. Ji bo statuya di wêneyê de heye bê parastin û bê lipêşxistin divê têkoşîna watedar bê navber pêk bê û bê xurtkirin. Hevdîtina bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re û nûnerên din ên welatên din re pêk hat jî girîng in. Ew jî pesend dike ku pêşxistina naskirina statuya Rojava pêkan e. Vexwendina Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ya ji bo Konferansa Munihê destnîşan dike ku pêşketina dîplamasiyê li ser hêza yekîtiya Kurd û yekîtiya siyaseta Kurd li pêş dikeve. Têkoşîna pêşxistina yekîtiya Kurd û siyaseta Kurdî dê mohra xwe li avakirina azadiya Kurdan bixe.

 

 

Etîket: AmerîkaEmannuel MacronFermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm EbdîHevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham EhmedKonferansa Ewlehiyê ya MunîhêNeçîrvan BarzanîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026
Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

Nêçîrvan Barzanî Amedspor pîroz kir

2 GULAN 2026
Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (463)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne