Amed – Mehmet Çelîk ê ku piştî 30 sal û 6 mehan ji zindanê derket hest, fikir, fikar û şaşwaziyên xwe parve kir û got: “Me jî digot em ê rojekê derkevin, vê hêviya xwe xurttir bikin, bi însanên xwe re, bi hevalên xwe re, li welatê xwe bigerin, bikenin. Tişta ku em li ser pêyan hişt hêviya pêşerojeke xweş bû.”
Mehmet Çelik di sala 1994an de li Mêrsînê hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi angaşta “Xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê” cezayê hepsa muebedê lê hatibû birîn. Mehmet Çelîk li girtîgehên Konya, Burdur, Semsûr, Bolu, Îzmîr, Sêwregê û Rihayê ma. Çelîk ku herî dawî sewqî Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hatibû kirin, diviyabû di Kanûna 2024an de bihata berdan. Lê berdana wî ji ber ku “poşmantî” qebûl nekiribû şeş mehan hatibû astengkirin. Mehmet Çelîk ê ku di 3yê Hezîranê de hatibû berdan hest, fikir, fikar û şaşwaziyên xwe yên destpêkê bi Ajansa Welat (AW) re parve kirin.
Hêvî hêza berxwedanê ye
Mehmet Çelîk da zanîn ku tişta di zindanê de dihêle ku mirov li ber xwe bide hêvî ye, bêyî hêvî tu mirov nikare di wan şert û mercan de li ber xwe bide û got: “Em her çiqas di nav çar diwaran de bûn jî li derveyî me jî jiyanek hebû. Ev jiyan roj bi roj mezin dibû, pêl bi pêl bandora wê berfirehtir dibû. Me jî digot em ê rojekê derkevin, vê hêviya xwe xurtir bikin, bi însanên xwe re, bi hevalên xwe re, li welatê xwe bigerin, bikenin. Tişta ku em li ser pêyan hişt hêviya pêşerojeke xweş bû.”
‘Ev rewş ji min re pir xerîb tê’
Mehmet Çelîk ji bo hestên xwe yên destpêkê jî ev yek anîn ziman: “Dema mirov hem li civakê, hem li bajêr dinêre mirov hestên têkel dijî, meriv diheyîre, şaşwaz dimîne. 30 sal berê Amed bajarekî biçûk bû, her kesî her kes nas dikir. Lê niha dema mirov li Amedê dinêre Amedeke din hatiye avakirin, ev mirov di nav şayişan de, di nav aloziyê de dihêle. Piştî 30 salî tu li guhertina civakê û bajêr dinêrî, tu dibînî ku li ser têkilêyê însanan pir bandor kiriye. Mînak; berê her kes li taxan dijiya, her kesî hevdu nas dikir. Niha her kes di bînayan de dijî, deriyê her kesi girtî ye, kes kesî nas nake, vêya mirov xemgîn dike. Bajar her çûye mezin bûye lê têkiliyên însanan lewaz bûne. Ez hê jî diheyîrim; berê her kesî silav dida hev lê niha kes silav nade kesî, dema tu silav didî, kes bersiv jî nade mirov. Ev rewş ji min re pir xerîb tê.”
‘Her kesî ji xwe re cîhanek avakiriye’
Mehmet Çelîk çavdêriyên xwe yên di derheqê civakê de jî anîn ziman û wiha got: “Di nav însanan de zimanekî gazincker derketiye pêş. Ev bajar bajarê me ye, mala me ye, yê ku xweş bike jî em hemû ne. Lê her kes kişiyaye quncikê xwe, li benda hev in, dibêjin bila yek were xaniyê min, an jî derdorê paqij bike. Meriv bi gazincan nagihêje tu derê. A din jî di destê her kesî de telefonek heye. Her kesî ji xwe re cîhanek ava kiriye, li gor wî/wê ew tenê rast e, ew tenê her tiştî dizane. Wekî din ji her tiştî gazinc e. Mirov bikaribe hinekî li derdorê xwe mêze bike mirov dikare bi awayekî dîsa van têkiliyan xurt bike. Gere mirov di xwe de dest pê bike.”