• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    AVAMED: Tiştên piçûk kom dibin û dibe tofaneke mezin

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êlih /AW

27 ADAR 2026 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya MEBYA-DERa Êlihê de bi boneya salvegera hefteya lehengiyê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe dest dane hate kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê bi boneya salvegera hefteya lehengiyê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane kirin. Di serdana goristanan de endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, TUAY-DER, Komeleya Alimên Olî ya Êlihê, Komeleya Dayîkên Aştiyê, TJA û gelek kes amade bûn. Girseya ku ber bi goristanê ve meşiya, dirûşma “Şehîd Namirin” berz kirin. Pişt re ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û pîştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd Namirin” hate berzkirin.

‘Hevalê Egîd li çiyayên Kurdistanê bû bersiv’

Hevserokê MEBYA-DERa Êlihê Şefîk Aratemûr li ser goristanê li ser navê saziyê axivî û got: “Hevalê Mazlûm di 21ê Adarê de li Zindana Amedê bi 3 darikên şiqatê agirê Newrozê vêxist û peyam da gelê Kurd. Ji Kawayê Hesinkar heta bigihe Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiye û hemû hevalên me yên cangorî yên din heta Kurdistaneke azad neyê avakirin, dê ev agir bidome. Hevalê Mazlûm Dogan pêşengtiya rizgariya gelê Kurd û pêşengekî Tevgera Azadiya Kurd bû. Hevalekî gelek qedir bilind û cihê wî gelek bilind bû. Ji ber vê yekê wî peyameke wisa da çiyayên Kurdistanê jî. Hevalê Egîd li Çiyayên Kurdistanê bû bersiv û got; ‘Ev gel dê tu carî ji paragdîgmaya Rêber Apo bi paş ve gavê neavêje.’ Ew ê ev têkoşîn heta ku bigihe armancê dê berdewam bike. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin û hemû lehengên Kurdistanê di dilê me de rêber in. Şehîd namirin.”

‘Em bi saya şehîdan gihiştine îro’

Piştr e Hevseroka MEBYA-DERê ya Êlihê Nezahat Toprak jî axivî û got: “Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Dema ku em tên li vir em di hizûra şehîdan de gelek hestiyar dibin. Merheleya ku îro em gihiştinê bi xwîna şehîdên me ne. Îro ev zimanê ku em diaxivin, ew jî bi saya serê şehîdên me ne. Wekî ku tê zanîn rêzdar Ocalan pêvajoyekê daye destpêkirin. Piştî ku ev pêvajo hate despêkirin di Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê de statuya gelê Kurd tê nîqaşkirin. Şehîd namirin.”

‘Şehîdên welatê xwe ne’

Herî dawî Hevseroka Komeleya Alimên Olî ya Êlihê Sabahat Acar jî wiha got: “Şehîd namirin, em wan mirî nahesibînin. Ew mêvanê rebê xwe ne û li cem rebê xwe pir bi qîmet in. Ew jî îkrameke ku xwedê teala ye ku daye wan û ji wan hez dike. Şehîdên me yên welatê xwe û yên dînê xwe ne.”

Bername bi gotina kilaman a li ser şehîdan bi dawî bû.

Etîket: hefteya lehengiyêHevserokên MEBYA-DERêMEBYA-DERa Êlihêsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo hate bibîranîn

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo hate bibîranîn

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Hêzên Ked û Demokrasiyê: Ne sîstema rantê lê jiyana ewle esas bigrin!

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Ne sîstema rantê lê jiyana ewle esas bigrin!

6 SIBAT 2026
KESK: Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amadekirin

KESK: Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amadekirin

6 SIBAT 2026
Li Amedê salvegera erdhejê bi xemgînî hat bibîranîn: Me ji bîr nekir

Li Amedê salvegera erdhejê bi xemgînî hat bibîranîn: Me ji bîr nekir

6 SIBAT 2026
Dayika Sêvê Demîrê: Heta hetayê em ê li pey doza zarokên xwe bin

Dayika Sêvê Demîrê: Heta hetayê em ê li pey doza zarokên xwe bin

3 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanogerên Yenî Sahneyê: Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bi helbestên wî oxir kirin: Wî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1049)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne