MEBYA-DERê li Mêrdînê Metîn Arslan, Nureddîn Sofî û Abdulbakî Babur bi bernameyekê bibîr anîn.
MEBYA-DERê li avahiya komeleya xwe ya Mêrdînê ji bo Nûreddîn Sofî, Metîn Arslan û Abdulbakî Babur, bernameyeke bibîranînê li dar xist. MEBYA-DERê di bernameyê de endamê Komîteya Navendî ya PKKê Metîn Arslan (Koçero Urfa), yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nureddîn Sofî û gerîlayê HPGê Abdulbakî Babur (Bextiyar Gabar) bi bîr anî. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday axivî, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de keda her sê şehîdan pir e û soz da ku ew ê têkoşîna wan mezin bikin.
Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona li ser jiyana şehîdan, dewam kir.