Meclisa DEM Partiyê di bin serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullariyê de li navenda xwe ya giştî civîna xwe ya yekem a sala 2026an li dar dixe.
Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bin serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari de civîna xwe ya yekem a sala 2026an de li navenda xwe ya giştî li dar dixe. Hat hînbûn ku di civînê de dê nirxandina sala 2025an bê kirin û mijarên di rojevê de ne bên nirxandin. Di civînê de dê geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava û Rojhilat û tevahî Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin. Her wiha tê payîn ku di civînê de plansaziya 2 mehan a xebatan jî bê diyarkirin.












