Meclisa Şaredariya Hezexê li baxçeyê şaredariyê civîna xwe ya meclisê li dar xist û şaredara îxrackirî protesto kir.
Meclisa Şaredariya Hezexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) civîna meclisê li baxçeyê şaredariyê pêk anî. Di civînê de hevşaredar Turkan Kayir a ji aliyê partiya wan ve hat îxrackirin şermezar kir.
Hevşaredarê Hezexê Dogan Adîbellî axaftina vekirinê ya civîna meclîsê kir û diyar kir ku ew ê civîna meclisê ji raya giştî re vekirî li dar bixin û got: “Em yekemîn civîna fermî ya Çileya 2025an li dar dixin. Me xwest roja duşemê civînekê li dar bixin. Lê ji ber ku em fêm bûn ku kesa ji partiyê hatiye derxistin kamerayeke du alî xistiye hundirê odeya meclîsê. Ji ber vê yekê me civîn negirt. Li gorî biryara ku me îro girt em li baxçeyê şaredariyê kom bûn û hemû biryarên ku em ê ji bo gelê Hezexê bigirin bidin. Ekrem Şîmşek ku duh gotibû ew ê civîneke şefaf li dar bixin, îro nehat civîna gel a ku li baxçe hat lidarxistin.”
Endamên meclîsê piştî daxuyanî civîna xwe pêkanîn.