Meclisa Jinan a DBPê 3yemîn Konferansa Jinan li dar dixe. Di konferansê de hat destnîşankirin ku ew ê bi her awayî Şoreşa Rojava biparêzin û ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û azadiya jinan têkoşîna xwe geştir û berfirehtir bikin.
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 3yemîn Konferansa Jinan bi dirûşma “Em Jinên Birêxistin û Azad Civaka Azad Ava Dikin” li avahiya Rêxistina DPBa Amedê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî konferansê bûn.
Konferansê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane, dest pê kir. Axaftina destpêkê Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor ku ji rêxistinkirinê wezîfedar e, kir. Gezgor bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî beşdarên konferansê silav kir. Gezgor behsa naveroka konferansê û têkoşîna azadiya jinên Kurd kir.
Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî axivî û têkildarî konferansê daxuyanî da.
Daxuyaniya ku ji hêla Bêrîvan Bahçecî ve hat xwendin wiha ye:
“Hûn bi xêr hatin konferansa me ya sêyemîn a jinan. Em di wê baweriyê de ne ev konferansa ku em bi şîara ‘Em Jinên Bi Rêxistinbûyî û Azad Civaka Azad Ava Dikin’ pêk tînin, wê rêxistinbûyina me mezin bike, têkoşîna me geş bike. Bi vê hêviyê ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.
Şerê ku em wek şerê cîhanê yê sêyemîn binav dikin li çar aliye cîhanê jiyana gelan, jiyana jinan ser û bin dike. Ev şerê ku bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst pêk tê û Rojhilata Navîn dîl girtiye, Kurdistan jî kiriye navenda şer. Netew dewlet, ji ber dewlemendî û girîngiya erdnigariya Kurdistanê dest dirêjî axa me dikin. Di heman demê de tê zanîn ku paradîgmaya demokratîk netew a birêz Ocalan dermanê vî şerî ye. Ji ber vê yekê jî her ku diçe şerê li Rojhilata Navîn dijwartir dibe.
Şerê li Rojava û Sûriyeyê
Ji roja 27ê Mijdarê vir ve bi êrişên HTŞê rejîma Esad têk çû, ev yek bi destê dewletên netew ê kapîtalîst pêk hat. Em careke din bûn şahid ku rejîmên otoriter ên yekperest li ber daxwazên gel, jin û ciwanan nikarin li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku di serdema rejîma Baasê de saziyên jinan hatin tasfiyekirin, jin di bin serdestiya mêran de di bin zext û zordariyê de jiyana xwe domandin. Zayendperestî ji hêla aborî, sîyasî û çandî ve bûye amûreke zext û zordariyê. Em bûn şahid ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, vê zîhniyetê ser û bin kir. Ji ber vê yekê jî divê li Suriyê rêvberiyeke li ser esasên jiyana hevpar a gelan, li ser esasên azadî, wekhevî û azadiya jinê bê avakirin. Di vê pêvajoyê de li Suriyê îradeya gelan li ber çavan bê girtin, ji bo vê yekê jî diyalog û muzakere gelek girîng e.
Hewl didin Şoreşa Rojava têk bibin
Desthilatdariya AKP-MHPê bi destên çeteyên SMO û DAIŞê hewl dide ku Şoreşa Rojava têk bibe, ev çeteyên ku êrişî Tel Rifat û Minbicê dikin, jinan direvînin, qetlîaman pêk tînin, ti pîvanê mirovahiyê nas nakin. Dewleta Tirk ya ku piştgirî dide çeteyan bi SÎHAyan zarok, jin jî di nav de, sivîlan qetil dike. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin bi xeyalên Neo-Osmanî êrişî Rojava nekin û dest ji piştgiriya çeteyan berdin û ji Suriyê derkevin. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hatiye, şoreşa jinê û şoreşeke enternasyonalîst e. Avakirina jiyana demokratîk, ekolojik e û azadîxwaziya jinan diparêz e. Şoreşa Rojava li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr, li dijî çeteyên DAIŞê yên herî hov ên ku sûcê mirovahiyê pêk anîn, bersîveke herî şoreşgerî ye. Vîna jiyana hevpar a wekhev a gela ne. Îro ev vîn di têkoşîna gelên cîhanê de bûye Stêrka Bakur. Hûn nikarin rêwîtiya Stêrka Bakur rawestînin.
Desteserkirina îradeya gelê Kurd
Desthilatdariya AKP-MHPê ya ku siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike, li aliyekî hewl dide Şoreşa Rojava ji holê rake, li aliye din jî li Kurdistanê bi destê qeyûman îradeya gelê Kurd desteser dike. Îro li Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Miksê bi rêya qeyûman hiqûqa metîngeriyê pêk tînin. Bi êrişên li ser pergala me ya hevserokatiyê dixwazin ku destkeftiyên jinan desteser bikin. Her wiha êrişî çand, ziman, û nasnameya Kurdan dike, xweza û aboriya Kurdistanê talan dike.
Polîtîkayên şerê taybet
Desthilatdariya AKP-MHPê bi taybetî ji sala 2015an vir ve, bi polîtîkayên şerê taybet, êrîşê bedena jinê, jiyana ciwanan, jiyana civakî û nirxên polîtîk û ehlaqî dike. Polîtîkayên şerê taybet rêbazeke metingeriyê ye. Li dijî destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî, li hemû qadên jiyanê bi rêbazên cuda didome.
Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, şîdeta dewletê ya mêr di hamen demê de bingeha xebatên me yên 25ê Mijdarê ye. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerên taybet ên ku me di sê mahan de li 15 bajaran, bi zêdetirî 3 hezar jinan re li dar xinst, bidomînin û bi xurtkirina rêxistinbûyina civakê biparêzin.
Kuştina jinan û bêcezahiştina faîlan
Rejîma AKP-MHPê kengê destkeftiyên jinan ji xwe re wek tehdît dîtibe wê deme êrişî destkeftiyên me jinan kiriye. Bi rêya şîdetê hewl daye ku ji van tehdîtan xelas bibe. Binçavkirin û girtina jinan, êrişên ku bi destê qeyûman li ser rêveberiyên heremî yên azadixwaziya jinan pêk tên, krîmînalîzekirina pergala hevserokatiyê û vekişandina ji Peymana Stenbolê yek ji van polîtîkayan e. Jinên ku li girtîgeh, kolan û qadan dengê xwe bilind dikin rastî şîdeta dewleta mêr tên û em dibin şahidê vê yekê. Ev desthilatdarî ya ku faîlên mêr bê ceza dihêle û wan diparêze, kuştina jinan paşguh dike. Di van 10 mehên dawî de 316 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Îro di navbera faîl û sîstema ku failan diparêze de tifaqek ku şîdetê meşrû nîşan dide heye. Em ê li dijî vê tifaqê qirêj xwe birêxistin bikin, em ê sedsala 21an bikin sedsala jinan, li dijî yên ku dixwazin dirûşmeya Jin Jiyan Azadiyê qedexe bikin, em ê vê dirûşmeyê bikin parçeyek ji jiyana xwe û em bi biryar in ku Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Cîhanê ava bikin. Ti hêz nikare vê îradeya me bişkîne.
Wek hûn jî dizanin ev meheke ku desthilatdariyê nîqaşên nû daye destpêkirin. Politikaya derve ya desthilatdariyê, ji ber şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê û ji ber hewldanên wên ên dagirkeriyê têk çûye, ji ber vê yekê ferz e ku siyaseta hundir dîzayn bike. Em bi awayeke zelal tînin ziman ku aşitî jî ferz e. ,
Rol û risa çareseriyê ya Abdullah Ocalan
Em bi salan e ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Û em dizanin ku avakirina aştiyê ne hêsan ê. Teqez civak bibe parçeyek avakirina aştiyek birûmet. Rola birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e. Lê belê, hîn jî tecrîda li ser birêz Ocalan dewam dike. Wekî ku wî jî anî ziman heger şert û mercên birêz Ocalan pêk bên, hêza wî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişîne. Ev yek jî baş tê zanîn.
Azadiya Abdullah Ocalan
Ji bo ku rê li ber aştiyê bê vekirin, divê em têkoşîna xwe geştir bikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Divê em mal bi mal, derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin. Ji bo pêkanîna seferberiya rêxistinî divê em bawerî, rêhevaltî û têkoşîna xwe xurtir bikin. Wek jin em di refên herî pêşên têkoşînê de ne. Divê em zêdetir bin. Divê em pirtir bibin! Pêwîst e ku em têkoşîna xwe ya li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr mezintir bikin û civakê biparêzin.
Em di astek dîrokî de ne ku mezinkirina rêxistinbûna jinê û parastina civakê gelek girîng e. di vê pêvajoya dîrokî de ez we hemûyan silav dikim û serkeftinê dixwazim. JIN JIYAN AZADΔ
Piştî axaftina Bahçecî konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.