Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 1 Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê daxuyaniya niviskî li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û Meclîsa Jinan bal kişand ser Şoreşa Rojava û got: “Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e.”
Ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dê îro li gelek welatan meş û çaçakî bên lidarxistin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 1ê 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Meclîsa Jinan daxuyaniyê bi Kurmancî û Tirkî belav kir. Meclîsa Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê.

‘Em dê dengê xwe ji qad û meydanan bilind bikin’
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi vî rengî ye:
“1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê ye. Roja mezinkirina piştevaniya bi jinên ku êrişên çeteyên DAIŞê yên jinkuj têk birin e. Careke din em bi awayekî herî bihêz xwedî li destkeftinên îradeya Şoreşa Jinên Rojava derkevin ku ji hemû jinên cîhanê re hate diyarîkirin. Roja mezinkirina têkoşînê ye ji bo rakirina dorpêçkirina li ser Kobanî, vekirina korîdora mirovî û vegerandina jiyana asayî.
Dengê ku em dê di 1ê Sibatê de ji qad û meydanan bilind bikin; dengê jinên ku li ser jiyana azad û wekhev israrê dikin e.
Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinan e! Bijî berxwedana Kobanî! Jin Jiyan Azadî!”













