Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê destnîşan kir ku bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê derbarê geşedanên li Dêrazorê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Meclisê de wiha hat gotin:
“Pêşketinên li welatê me Sûriyê çêdibin, xeteriyeke mezin li ser ewlehiya gelê me û herêma me ya Dêrazorê çêdike. Bi taybet grupên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞê li çolistana Derazorê careke din çalak bûn e. Li ser bingehê parastina gelê me yê Dêrazorê şervanên me yên Meclisa Dêrazor a Leşkerî derbasî bajarê Dêrazor û rojavayê Firatê bûn. Armanca me ji vê rêveçûnê parastina ewlehiya me û gelê me ye. Ji bo wê bila dilê gelê me yê Dêrazorê rehet be. Ji bo parastina wan û ewlehiya herêmê tişta dikeve ser milê me em ê heya dawî pêk bînin. Ji bo pêşwazîkirin û alîkariya gelê me yê Dêrazorê em spasiya xwe pêşkêş dikin. Hemû gelê me jî divê bi awayek çalak li gel şervanên me mil bi mil parastina xaka xwe bike.”