Di demek ku Serokê Amerîkayê Trump bi awayek tund welatên Ewropayê rexne dike û hewil dide leşkerên xwe ji vê parzemînê bikişîne de Meclisa Nûneran a Amerîkayê qanûnek ku dest û piyên Trump girê dide, derxist. Li gorî qanûnê Trump nikare leşker û alavên şer ji Ewropayê derbixe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji roja hatiye ser kar heta niha rexneyên tund li Ewropayê dike. Du roj berî jî di daxuyaniyek çapemeniyê de Trump welatên Ewropayê bi tundî rexne kirin û diyar kir ku ji ber siyaset û siyasetmedarên Ewropayî yên bêferaset ev parzemîn ji şaristaniyê vediqete û li ber sekeratê ye. Her wiha di Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Amerîkayê ya nû de jî hate daxuyandin ku Amerîqa dê êdî barê ewlehiyê yê Ewropayê nekişîne.
Qanûn vekişandina leşkeran ji Ewropayê qedexe dike
Li ser belgeya stratejiye ya nû û rexneyên tund ên Trump, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê kete nav tevgerê. Qanûnek ji hêla her du partiyan ve hate derxistin. Qanûna roja Çarşemê derket de berevajî belgeya stratejiya neteweyî ya nû, piştgiriyek xurt ji bo ewlehiya Ewropayê tê dayîn. Bi vê qanûnê daxistina hejmara leşkerên Amerîkayê ya li jêrî 76 hezarî tê qedexekirin. Her wiha derxistina çekên parastin û êrişên yên hewayî û bejahî jî tê qedexekirin.

Qanûn bersivek tund ji bo Trump e
Trump dê nekare yekîneyên leşkerî û alav û pergalên şer ji Ewropayê derbixe. Ev zagon ji hêla medyaya Amerîkayê ve wekî bersivek tund a li dijî Trump hate nirxandin. Pisporên ewlehiyê yên Amerîkayê jî ev pêngav wekî bêbaweriya Meclîsa Nûneran a li dijî Trump penase kir. Li gorî pisporan burokrasiya dewletê wekî Trump nafikire û bi rêya Meclîsê hewl dide pêşiya hin gavên Trump bigire.













