Nivîskar Mehmed Uzun di 18emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Nivîskar Mehmed Uzun di 18emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate bibîranîn. Malbata Uzun, hevşaredar, gelek nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li bîranînê bûn. Bîranîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve pêk hat.
Ji malbata Mehmed Uzun, Mustafa Uzun di bîranînê de axivî û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Hevjîna Uzun, Zozan Uzun jî behsa Mehmed Uzun kir û got: “Gotinên wî her tim aramî û hêvî li min peyda kirin. Werin em bi hev re wî bi hezkirin û hêviyê biparêzin.”
Sekreterê PENa Kurd Azad Zal jî diyar kir ku pênûsa Uzun hîn jî dinivisîne û metneke ku Uzun nivîsandibû xwend.
Nivîskar Hacî Ozkal jî got: “Bila rehet razê, em ê li Kurdistana azad berhemên wî belav bikin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî got: “Wî di tarîtiyê de mûmek vêxist. Îro ger em bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin, dilopek vê encama keda Uzun e.”
Çîrokbêj Ayhan Erkmen jî helbestek xwend.
Piştî kulîlk li ser gora Uzun hatin danîn, bîranîn bi dawî bû.