Mêrdîn – Parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar di salvegera 32yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4ê Îlona 1993yan de di encama êrişa çekdarî de hatiye qetilkirin, di 32yemîn salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora xwe hate bîranîn. Sedan kesên di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li ser cadeya Akdogan hatin ba hev, ber bi Goristan Firatê ve meş li dar xistin. Di meşê de diruşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û wêneyên Mehmet Sîncar hatin bilindkirin. Tevî Parlamenterê di heman êrişê de bi birîndarî xelas bûye Nîzamettîn Toguç, gelek siyasetmedarên DBP û DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li merasîma bîranînê bûn.
Siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên di bîranînê de axivîne bal kişandin ser polîtîkayên bêcezahiştinê û dan zanîn ku ew ê têkoşîna Mehmet Sîncar ji wan re hiştiye, nîvco nehêlin. Bîranîn piştî axaftinan, bi kulîlk danîna li ser gorê, bi dawî bû.