Enqere – “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” îro li Enqereyê bi dawî bû. Siyasetmedaran banga rakirina tecrîdê hat kirin û hat xwestin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bigihîje azadiiya xwe.
Piştî ku rewşenbîran li Stenbolê daxuyaniya ji bo çareseriyê da, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk 16ê Kanûnê ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” dabû destpêkirin. Meşa ku ji Amedê dest pê kir û li Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê berdewam kir, îro li Enqereyê bi dawî bû. Meşvanên ku di nav de Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir hebûn li ber deriyê Meclisê kom bûn. Meşvan ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Barkihan û Tulay Hatimogûlari, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ve li ber Meclisê hatin pêşwazîkirin. Meşvanan xwest li ber Meclisê daxuyanî bide lê belê destûr nehat dayîn. Meşvan û siyasetmedar ji ber Mecilsê meşiyan û derbasî miqabilî Meclisê bûn û daxuyanî dan.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ser navê meşvanan û rewşenbîran metna hevpar xwend. Çîgdem Kiliçgun beriya daxuyaniyê kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got ku ew ê her bibin şopînerên Çapemeniya Azad û heqîqetê.
Metna ku ji hêla Çîdem Kiliçgun Ûçar ve hat xwendin wiha ye:
‘Bi tecrîdê re pêşiya çareseriya demokratîk hatiye xitimandin’
“Li Tirkiyeyê îradeya çareseriya demokratîk ji hêla deshtilatdariyê ve hatiye xitimandin. Bi vê xitimandinê re li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan rejîma tecrîda mutleq hat destpêkirin. Îro jî tecrîd bi şiklek giran berdewam dike. Tecrîd tê wateya xitimandina hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û hiqûqa neteweyî. Tecrîd bûye belgeya neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayek demokratîk û Tirkiye ji demokrasiyê, hiqûaê û edaletê dûr bûye. Bi tecrîdê de hiqûq temamî hatiye xitimandin. Tecrîd tê wateya redkirina çareserkiya demokratîk. Ev tecrîd tercîha siyasî ya desthilatdariyê ye. Tecrîda li Îmraliyê bûye çavkaniya otorîteyê û dubendiya civakî.
Ji bo pêşî li demokrasiyê, serdestiya hiqûqê û pêvajoya aştiyê were vekirin gava ewil a çareseriyê rakirina tecrîdê ye.
Di vê çarçoveyê de em bang dikin; divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û dikaribe ji bo çareseriyê û aştiyê bi rola xwe rabe divê şert û mercên azad werin afirandin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîdê rabin û pênûsa xwe bidin xebitandin û gotina xwe bêjin.
Divê her kes dengê xwe bilind bike
Em bang li Meclisê dikin ku demildest tecrîda mutleq rake û çareseriya demokratîk wek wezîfeyek û berpirsiyarek dîrokî li ber Meclisê sekinandî ye. Her kesê ku aştî û demokrasiyê dixwaze divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û ji bo çareseriya demokratîk û serdestiya dadê û hiqûqê bi rola xwe rabin.”
Beştaş: Divê birêz Ocalan azad bibe
Piştre jî Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî û qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û ji malbatan, Çapemeniya Azad û gelê Kurd re sersaxiyê xwest. Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku divê demildest şert û mercên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe werin afirandin û got: “Pêwîste birêz Ocalan gavek beriya gavekî azad bibe.”
Tuncer: Deriyên Îmraliyê vekin
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî di destpêka axaftina xwe de got ku ew rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr tînin û kuştina rojnamevanan şermezar kir. Tuncer anî ziman ku ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe ew li bendê ne ku deriyên Girtîgeha Îmraliyê bê vekirin û çareseriya demokratîk û azadiyê pêk were.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.