• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa Çareserî û Azadiyê: Baweriyê bi hêza teorîk û pratîk a Ocalan bînin

Edene / AW

19 KANÛN 2024 - 13:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Edene – “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li Edeneyê bi welatiyan re civiya. Parlamenter Sumeye Boz xîtabî gel kir û destnîşan kir ku muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e û got: “Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” tê lidarxistin. Meşvanên azadiyê duh li Dîlokê bûn û îro meşvan gihiştin Edeneyê. Şandeya meşvanan ku ji Hevserokak Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl pêk dihat li taxa Daglioglû ya Edeneyê ji aliyê girseyê ve hat pêşwazîkirin.

Beriya meşvan bigihîjin Edeneyê, welatiyan li ber stranan govend gerand û dirûşm berz kirin. Piştî pêşwaziya şandeyê, meşvan û girse vê carê bi hev re govend gerandin.

 

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat

Piştî gerandina govendê daxûyanî hat dayîn.

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ewilî axivî û spasiya pêşwaziyê kir. Canpolat destnîşan kir ku li Kurdistanê krîzek mezin heye û got: “Li Rojhilata Navîn krîzek mezin heye. Li dijî gelan şer tên meşandin. Jin û zarok tên qetilkirin. Em dixwazin ji vir heta Enqereyê û tevahiya dinyayê em şer naxwazin. Em dixwazin ku çareseriyek çêbibe. Salek û nîv e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kampanya me didome. Li hemû dinyayê û li welatê me berdewam dike.”

Kerem Canpolat bi bîr xist ku di salên 2013-2015an de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wek muxatabek fermî pê re dan û standinê dikir û wiha got: “Aramî û xweşî li welatê me çêbûbû. Em dixwazin ji bo ev aramî çêbibe tecrîd were rakirin û çareserî pêk were. Em dixwazin desthilatdariya AKP-MHPê îradeya gelan binpê neke. Gelê me aştî û çareseriyê dixwaze. Em dixwazin gelê xwe û hemû gelan ji van krîzan biparêzin. Gelê me li her bajarî gotin ku em dixwazin hûn li Enqereyê banga aştiyek mayînde bikin. Em dixwazin dengê aştî û azadiyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe.”

‘Divê demildest Ocalan were azadkirin’

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Emîn Ay bal kişand ser armanca meşê ku didomînin û got: “Navê meşa me çareseriya demokratîk û azadiyê ye. Ev meşa me ji bo hemû netewan, baweriyan û çandan e. Ji bo hemû bindestan em dibêjin azadî. Rêberê vî gelî navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Muxatabê çareseriyê Girava Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan e. Rakirina tecrîdê tenê ne bes e. Divê azadiya birêz Ocalan pêk were. Ji bo ku Tirkiye ji van krîzan xelas bibe, divê demildest bi awayek fizîkî birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn. Divê parlamento bi nûnertiya xwe rabe. Divê demildest vê rewşa heyî û zilma tê kirin ji holê rakin.”

Boz: Navnîşana çareseriyê diyar e

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî axivî û wiha got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan em ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in. Ji aliyekî ve yên banga aştiyê dikin ji aliyekî ve jî meşa me asteng dikin. Ev yek û dîmena li vir samîmiyeta wan nîşan dide. Em dibêjin ev pêşîlêgirtin rê li ber çareseriyê digire.”

‘Divê bawerî bi hêza Ocalan bê anîn’

Sumeyye Boz destnîşan kir ku çareserî û azadî tenê ne ji bo gelê Kurd hewcedariyek e, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hewce dike û wiha got: “Wan jî navnîşan nîşan da û em jî carek din bang li hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku tenê navnîşanek heye ew jî paradigmaya birêz Ocalan e. Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn û demildest azadiya wî pêk were. Heta em bigihîjin armanca xwe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û çareserî pêk were, wê têkoşîn û berxwedana me bidome.”

Meşvan piştî hevdîtina li Edeneyê, derbasî Mêrsînê bûn û wê li vir jî daxuyanî bê dayîn û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bê kirin.

Etîket: EdeneEmîn AyKerem CanpolatMeşa AzadiyêSumeye Boz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

15 ADAR 2026
Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

11 ADAR 2026
Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

28 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (304)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne