Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî ji bo “Konferansa Navneteweyî” peyam şand û got: “Ez amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê.” Bafil Talabanî jî got: “Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrastiyê tê avêtin.”
Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navçeya Bakirkoyê ya StenbolÊ bi nîqaş û axaftinên li ser pêkanîna aştiyê û civaka demokratîk û tecrûbeyên aştiyê berdewam dike.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî jî peyam ji konferansê re şandin.
‘Em piştgiriya pêvajoyê dikin’
Amîna Zikrî ku peyama Barzanî xwend, diyar kir ku herêm di pêvajoyeke krîtîk de ye û got: “Hêvî dikin ku hemû gelên herêmê ji bo aştiyê tev li bibin. Ji ewil divê pêvajo li ber çav bên girtin. Aştî, her tim ji şer biqîmettire. Ji bo ku ev pêvajo dan destpêkirin, spasiya birêz Erdogan, birêz Ocalan û hemû rayedaran dikim. Ji her alî ve amade me ku piştgiriyê bidim vê pêvajoyê. Ji bo pêvajoyê tişta ji destê min tê ez ê bikim. Spas.”

‘Divê em vê pêvajoyê bi wêrekî bidomînin’
Dara Xeylanî jî peyama Talabanî xwend. Peyam wiha ye:
“Em, gelê Kurd in. Em li herêmeke ku demekî dirêj e pevçûn lê didomin dijîn. Ev tevek jî bûn sedema gelek mirinan. Demekî pir dirêj berê me dît ku di pevçûnan de tu kese ser nakeve. Lewma jî ji bo li herêmên xwe jiyaneke hêja bijîn, hewceye em têbikoşin. Em, di qonaxeke nû de ne. Lewma jî biryarên em niha didin, dikare defetên azadiyê ji bo pêşerojê ava bikin. Ne tenê ji bo Kurdan, dê hemû ol û etnîkên cuda jî azad bibin. YNK ji roja hatiye avakirin heta niha her tim ji vê bawer kir; Em her tim li dijî dabeşbûnane. Me her tim girîngî da guftûgoyan. Ev rêgez, rêgeza Mam Celale. Ev vîzyon her tim dê pêşiya tevlibûna demokratîk a tevgera siyasî ya Kurd veke. Îro jî bi hewldana nû ya Serok Ocalan re pêvajoyek dest pê kir. Li tevahiya cîhanê Kurdan dît ku şerên bibandor, bi rêyên leşkerî nayên çareserkirin. Li gorî me divê êdî bi rêbazên çareseriya demokratîk, bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin. Pêvajo, heta niha bi hewldanên girîng ên DEM Partiyê dom kir. Lewma jî rola hevalên me yên di DEM Partiyê de cih digirin gelek girînge.

Li şûna pevçûnan guftûgo
Deriyan vekin û rûpelê êşbar bigirin, li şûna pevçûnan deriyên guftûgoyê vekin da ku em bikarin rûpelekî avaker vekin û ev jî ji bo aştiya herêmê sûdewer be. Aştî, di her alî de tê wateya îstîqrarê. Lewma jî em hemû gavên ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tên avêtin, diparêzin. Hewceye em pêvajoyê bi zaneyî û bi wêrekî bidomînin. Bijî Kurdistan, bijî azadî.”













