Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir ku li hember zehmetiyên vê qonaxê pêwîstiya dîrokî bi yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê heye û bang li aliyên Kurdî kir ku dûrî berjewendiyên partiyetê bin û bangên gel ên diyalogê bibersivînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî peyamek li ser hesabê xwe yê Xê (Twitterê) belav kir û dubare bang li aliyên siyasî yên Kurdî kir ku yekitiya nîştimanî xurt bikin.
Ebdî di peyama xwe de got ku li hember zehmetiyê vê qonaxê pêwîstiya dîrokê bi yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê heye.
Ebdî bang li aliyên Kurdî kir ku dûrî berjewendiyên partiyetê bin û bangên gel ên ji bo diyalogê û yekitiya helwestê bibersivînin.
Her wiha Ebdî bang li tevahiyan kir ku bi awayekî erênî tev li hewldanên pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurdî bin. Ebdî destnîşan kir ku dê ev yek bibe helwesteke piştgir ji bo diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û beşdariya di avakirina Sûriyeyeke siberojê ya demokratîk a pirrengî.