• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Li Çewlîgê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê hat kirin

    Li Çewlîgê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Li Çewlîgê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê hat kirin

    Li Çewlîgê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

Amed / AW

13 KANÛN 2025 - 20:47
Kategorî: ÇAND, ROJANE
A A
Roja heftan a Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya 3yemîn bi nîşandana 17 fîlmên cûr bi cûr bi dawî bû.

Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya 3yemîn, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê ve bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û belgefîlm di nav de 17 fîlmên cûr bi cûr hatin nîşandan. Roja heftemîn a mîhrîcanê bi kargeha bi navê “Ji bo ku em çîrokên xwe bi zimanê xwe bibêjin: Sînemeya Jin” ku akademisyen Hulya Ûgûr Tanriover li dar xist dest pê kir.

Dûre ji saet 13.00an heta saet 20.00an li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya 1ê bi rêzê, fîlmê “Dema Pelên Guzan Zer Dibin” ku derhêneriya wî Mehmet Alî Konar kiriye, fîlmê “Bihar” ku derhêneriya wê Cemîle Şahîn kiriye, fîlmê “Tenê Qezayek bû” ku derhêneriya wî Cafer Panahî kiriye, “Şiwênpence” ku derhêneriya wî Zanyar Muhammedîneko kiriye, fîlmê “Sêgoşe” ku derhêneriya wî Jîno Hadî Hesen kiriye, fîlmê “Garan” ku derhêneriya wî Mahsûm Taşkin kiriye, fîlmê “Mîras” ku derhêneriya wê Baran Reihani kiriye hatin nîşandan. Fîlmê “Dengê Ketinê” ku derhêneriya wî Mascha Schilinski kiriye, ji ber pirsgirêkeke teknîkî nehate nîşandan.

Piştî nîşandana kurtefîlmên “Sêgoşe” , “Şiwênpence” , “Garan” û “Mîras” temaşevanan têkildarî naveroka fîlman pirs ji derhêner û lîstikvanan kirin. Derhêner û lîstikvanan pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî pirs û bersivan plaket dan derhênerên her çar fîlman.

Li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya 2yan jî ji saet 14.00an heta 18.00an bi rêzê fîlmê  fîlmê “Dansa Bêdeng” ku derhêneriya wê Aynûr Ozbakir kiriye, fîlmê “Sîtav” ku derhêneriya wê Dîlan Toftîk kiriye, fîlmê “Anîta” ku derhêneriya wî Behzad Nalbandî kiriye, fîlmê “Moriya Biçûk” ku derhêneriya wê Derya Ûygûrlar kiriye hatin nîşandan.

Li Eywana Sînemayê ya Ceylan AVMyê jî ji saet 14.00an heta saet 20.00an bi rêzê fîlmê “Ax û Per” ku derhêneriya wî Stefan Malesevic kiriye, fîlmê “Sonne” ku derhêneriya wê Kurdwîn Eyub kiriye, fîlmê “Bermûda” ku derhêneriya wî Erik Warolin kiriye, fîlmê “Ew ê dawiya min bibe heps” ku derhêneriya wî Alexandre Dostie kiriye, fîlmê “Porteqalek ji Yafayê” ku derhêneriya wî Mohammed Almughanni kiriye û fîlmê “Cîran” ku derhêneriya wî Mano Xelîl kiriye.

Her wiha saet di 15.00an de panela bi navê “Fanon 100 salî ye” hate lidaxistin. Panela ku moderatoriya wê Evrîm Kaya kir Hakan Karaş, Ezgî Dûman û Dîlawer Zeraq weke axivêr tev li bûn.

Mîhrîcan dê sibê bi dawî bibe

Mîhrîcan dê sibê saet di 11.00an de bi masterclassa bi navê “Di sînemayê de derhênerî” ku Kazim Oz dê biaxive dest pê bike.

Dûre saet di 13.00an de li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya 1ê dê fîlmê bi navê “Kuftepêjê ku Difire” ku derhêneriya wî Rezan Yeşîlbaş kiriye, saet di 15.30an de li heman eywanê fîlmê “Biser bikeve” ku dernêneriya wê Soleen Yusef kiriye dê bên nîşandan.

 

Etîket: AmedÇANDAMEDfilmmihrîcan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

13 KANÛN 2025
Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

12 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

12 KANÛN 2025
Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 5an de berdewam dike

Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 5an de berdewam dike

11 KANÛN 2025
Roja duyemîn ya Mîhrîcana Muzîkê: Ji bo aştiyê erka xwe pêk bînin

Roja duyemîn ya Mîhrîcana Muzîkê: Ji bo aştiyê erka xwe pêk bînin

11 KANÛN 2025
Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

10 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (236)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne