Amed – Di çarçoveya 14’emîn Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan a li Amedê tê lidarxistin de belgefîlmên “Gotûbêjin” û “Kûçikên Kolanan ên Stenbolê” hatin nîşandan.
14’emîn Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan ku di navbera 14-18ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê bi awayekî hemwext dest pê kir duh bi nîşandana fîlmê Şarap Rengi Deniz (Behra bi Rengê Şerabê) li Çand Amedê dest pê kir. Mîhrîcan bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Koma Documentaristê ve tê lidarxistin.
Mîhrîcanê îro jî bi nîşandana belgefîlmên “Gotûbêjin” û Kûçikên Kolanan ên Stenbolê berdewam kir. Her du belgefîlm jî li Eywana Sînemayê ya Çand Amedê hatin nîşandan.
Gotûbêjin
Fîlmê Gotûbêjin ku derhênera wê Nîmet Gatar e axaftinên bi kurdî û tirkî tê de cih digirin û bi jêrnivîsa ingilîzî ye. Ji ber di belgefîlmî de qala serpêhatiyên jinan dikin weke Gotûbêjin nav li belgefîlmî hatiye lê kirin. Di belgefîlmî de ji bilî jiyana rojane ya jinan, nêrîna jinan a li ser mêrsalariyê û mêrtiyê, rewşa jinan, sekna polîtîk a jinên kurd cih digire.
Kûçikên Kolanan ên Stenbolê
Derhênerê fîlmê Kuçîkên Kolanan ên Stenbolê jî Serge Avédikian e axaftinên bi Fransî, Tirkî û Ingilîzî tê de cih digirin û bi jêrnivîsa Tirkî û Ingilîzî ye.
Belgefilm behsa serpêhatiya kêsên li Stenbolê ku bi van kûçikan re têkilî danîne dike. Behsa zehmetiyên jiyana bi hev re ango hevpar a mirovên li Stenbolê dike. Her wiha ji rabuhiriyê ta îro têkiliyekê jî ava dike û nîşan dide bê ka xelkên li vir bi van kûçikan re çawa jiyane û bi van kûçikan re nêzîkatiyeke bi çi rengî ava kirine.