Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllha Zeydan ku di dawiya Mihrîcanê de derketin ser dikê û axivîn, bal kişandin ser banodra muzîkê ya li ser yekitiya neteweyî û gotin ku ew hêvî dikin ev mîhrîcan bibe sedema aşitiyê.
Li Wanê bi pêşengiya Platfomra Muzîkê ya Bajêr û bi piştgiriya şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşbayê, Artemêtanê, Komeleya Aryen Hunerê, Akademiya Hunerê ya Mîmozayê û Kargeha Muzîkê ya Dengê Meyman, bi dirûşmeya “Muzîk azad dike, aştî mezin dibe” Mîhrîcana Muzîkê hat lidarxistin. Mîhrîcana ku yekem car e li Wanê tê lidarxistin, îro bo coş û kelecaneke mezin bi dawî bû. Li gel gelek welatiyan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê ku Qeyûm li şûna wan hatibû tayînkirin Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan, hevşaredarên navçeyên navendî yên Wanê jî tevî mîhrîcanê bûn.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da
Waniyan eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcana ku li Navenda Çandê ya Berîvanê ya li Taxa Bostanîçiyê ya navçeya Rêya Armûşê tê lidarxistin, da. Di roja dawî ya mîhrîcanê de welatiyan eywan tije kir û gelek welatî li ser pêyan man. Welatiyên ku ji bo guhdarkirina muzîka Kurdî hatin navenda çandê, têra dilê xwe govend gerandin û demên xweş derbas kirin.

Di roja dawiyê ya mîhrîcanê de koma muzîkê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) û koma muzîkê Kuçeband derketin ser dikê û bi stranên gelêrî û dengbêjî demên xweş bi beşdaran dan jiyîn. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand û bi komê re stran gotin. Bi çepik û tililiyan kêfxweşiya xwe raberkirin.
Piştî ku koma muzîkê ya Egîtîm-Senê stranên xwe qedandin xwîşk û birayên piçûk yên ku li ser ekranên Zarok TVyê ten nasîn Jiyar û Arjîn plaket pêşkêşî koma Egîtîm-Senê kirin. Kom bi çepikan hat oxirkirin.
‘Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin’
Piştre koma muzîkê ya bajêr Kuçeband derket ser dikê. Endamê Komê Sabir Erdînç li ser navê komê xêrhatina beşdaran kir û spasiya xwe ji bo kêsên ku di avakirina Platforma Muzîkê ya Bajêr de ked dana diyar kir. Sabir Erdînç da zanîn ku li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin û got: “Ez bawer im ku ev platform jî dê ji bo muzîk û çanda Kurdî xebatên giranbiha bimeşîne hewl bide pêşî li bişaftinê bigre.”
Koma Kuçeband bi stranên Kurmancî û Soranî, bi newayên cur bi cur kêliyên kêfxweş û hestiyar bi beşdaran da jiyîn. Dema komê stranên xwe digotin Sabir Erdînç diyar kir ku ew stranên xwe ji bo aştiyê dibêjin û ew dê bi straneke Ermenkî bernameya xwe bi dawî bikin.
Dema komê behsa aştiyê kir welatiyan jî dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.
‘Muzîk di yekitiya neteweyî de roleke girîng pêk tîne’
Herî dawiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan ji bo pêşkêşkirina plaketê derketin ser dikê. Hevşaredar Neslihan Şedalê ji Platforma Bajêr a Muzîkê re spasî kir ji bo ku ev mîhrîcan li darxistine û got : “Ez bawer im muzîk di yekitiya neteweyî û aştiyê de roleke girîng pêk tîne û hêvîdar im ev bernameyên bi vî rengî bibin sedema aştiyê.”

Hevşaredar Abdûllah Zeydan jî spasiyên xwe ji bo platformê û hemû kesên ku di vê mîhrîcanê de ked dane pêşkêş kir û got: “Wekî hûn jî dizanin di 27ê Mijdarê de li ser banga Rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Ez hêvîdarim Ev bernameyên bi vî rengî bibin sedema azadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya siyasetmedarên me.”
Mîhrîcan bi lêdana def û zirnê û gerandina govendê bi dawî bû.



















