1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê ku bi pêşengiya Platforma Muzîkê ya Bajêr tê lidarxistin, bi coşeke mezin destpêkir. Di roja ewil de bal kişandin ser hêza hunerê û diyar kirin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk huner xwedî hêzeke mezin e.
1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê ku dê 5 rojan bidome li Navenda Çanda Berîvanê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi pêşengiya Platforma Muzîkê ya Bajêr û bi piştgiriya şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan, Komeleya Aryen Hunerê, Akademiya Hunerê ya Mîmoza û Kargeha Muzîkê ya Dengê Meyman tê lidarxisin. Roja ewil ya mîhrîcanê rastî eleqeyeke mezin hat û ji her temenî welatî ji bo guhdarkirina muzîka Kurdî hatin cem hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî tev li mîhrîcanê bûn.

Di destpêkê de endamên Komeleya Aryen Hunerê derketin ser dikê û bal kişandin ser hêza hunerê. Endamên komeleyê diyar kirin ku huner ji bo avakirina civaka demokratîk jî rêbazeke baş û hêzeke mezin e.
Di mîhrîcanê de ewilî dîwana ku ji 11 jinan pêk dihat, derket ser dikê û hem stran hem jî çîrok gotin. Guhdaran bi baldarî û kêfxweşiyeke mezin Dîwana Jinan guhdar kir û bi çepikan dîwan pîroz kirin.
Dûre AryenKom ku li Wanê di bin banê Komeleya Aryen Hunerê de xebatan dimeşînin, derketin ser dikê û bi stranên xwe eywan coşandin.

Piştî performansan plaket dan stranbêj û muzîkjenên derketin ser dikê û roja yekemîn ya mîhrîcanê bidawî bû.
Sibê jî dê di saet 18.00an de Koma Sîya Roj û di saet 19an de jî Koma Zeng derbikevin pêşberî guhdarên xwe.














