Milîsên Husî yên li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekan êriş biriye ser Îsraîlê û ev êriş dê berdewam bikin.
Milîsên Husî yên li Yemenê bi rêya televîzyona Al-Masirah daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wan ji dema derketina pevçûna berfirehtir ya li Rojhilata Navîn ve, cara yekem e êrişên moşekî birine ser Îsraîlê û ev êrişên wan heta şer raneweste dê bidome.
Di daxuyaniyê de Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sari got ku êriş bi moşekên balîstîk hatiye kirin û herêmên leşkerî yên krîtîk ên Îsraîlê kirine hedef. Yahya Sarî hişyarî da ku dê êrişên wan heta ku hedef bên îmhakirin berdewam bikin.
Vê êrişa Husiyan rojek piştî daxuyaniya ku tê de niyeta xwe ya tevlibûna pevçûnê diyar kiribû hat kirin. Ev jî nîşan dide ku li heremê alozî û şer dê hê dijwartir bibe.
Yahya Sari axaftina xwe xwe wiha bi dawî kir: “Wekî ku di daxuyaniya berê ya Hêzên Çekdar de hatibû gotin, êriş dê berdewam bikin ta ku êrişên li ser hemû eniyên berxwedanê bi dawî bibin.”
Hêzên leşkerî yên Îsraîlê piştî êrişa Husiyan ya bi moşekan eşkere kirin ku wan moşekên Husiyan li derveyê sînorê Îsraîlê têk birine.













