Komploya 9ê Cotmehê ya 1998an ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû bi pêşengiya Plaforma Saziyên Demokratîk ên Amedê (DEKUP) hat şermezarkirin.
Komploya 9ê Cotmehê ya 1998an ku ji aliyê hêzên Navneteweyî ve ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê (DEKUP) li Qada Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê sedan kes ve hat şermezarkirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokratî a Gelan (DEM-Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Dayikên, Komeleya 78an û gelek endamên rêxistinên saziyên civaka sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyanî de girse û civanan gelek caran bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “ Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” ji aliyê beşdarvanan ve hat hilgirtin.

‘Mîmarê berxwedanê yê aştiyê birêz Ocalan e’
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di destpêka daxuyaniyê de komplo şermezar kir û got ku mifteya azadî, aştî û demokrasiye di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û wiha axivî: “Divê di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî ya Rêberî Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Piştî 27 salan em dibinin ku berxwedana gelê Kurd mezin bûye û ev rastiyek e. Mîmarê vê jî birêz Ocalan e. Ev 27 sal in komplo û polîtîkayên tasfiyeyê pûç bûne. Niha em gihîştine astekê. Têkoşîna gelê Kurd gihîştiye xaleke dîrokî. Em ê din ava pêvajoyek azadiyê de ne, em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt bikin. Niha jî gelê Kurd dixwaze ev hişmendiya komplogerî bi dawî bibe. Ocalan serî li ber kes ne tewand. Rêxistina ku we digot ‘wê tasfiye bibe’ mezin bûye. Gelê Kurd ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşînek mezin hê jî dide.”














