Li gorî çavkaniyên herêmî şandeya HSDê bi boneya hevdîtinên nû li Şamê ye. Hate daxuyandin ku li ser hind mijaran li hev hatin pêk hatiye û ji bo çend mijarên babeta îhtîlafê jî dê nîqaş bên meşandin.
Li ser bangawaziya serferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û HSDê li çar perçeyên Kurdistanê û cihanê bi milyonan Kurd û dostên wan daketin qadan. Ligel êrişên tevî agirbestê didomin jî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtinên mizakereyê jî berdewam dikin.
Rêveberiya Xweser di mafên gelê Kurd de bi israr e
Çavkaniyên herêmî ku mijarê ji nêz ve dişopînin anîn ziman ku ligel êriş û gefanên Şam û Tûrkiyeyê jî Rêveberiya Xweser li ser mafên gelê Kurd û kêmarên herêmê bi israr e. Çavkaniyan anî ziman ku di du rojên dawiyê de bi navbeynkariyê hêzên navneteweyî re mizakereyan berdewam kiriye.
Li ser hind xalan lihevkirinê pêk hatiye
Çavkaniyan anî ziman ku her du aliyan li ser hind mijaran li hev kiriye lê hêj di çend xalan de îhtîlaf berdewam dike. Hate daxuyandin ku xalên mijara îhtîlafê bi piranî yên têkildarî ewlehiyê û rewşa pêşerojê ya Efrînê ye.
Serfermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî çend roj berê di hevpeyvîna ku dabû Ronahî Tvyê de balkişandibû ser rewşa Efrînê û daxuyandibû ku çareseriya ji bo bajarên din ên Kurdan pêk bê dê ji bo Efrînê jî derbasdar be.
Îhtîmal heye di nav çend rojan de peyman bê daxuyandin
Li gorî çavkaniyan ku li Şamê di aliyê mijarên ewlehiyê ku babetên hêzên ewlehiya hundirîn û rewşa bajarên wekî Efrînê jî lihevkirin çêbibe, îhtîmal heye ku di nav çend rojan de peymanek nû derkeve holê û ji raya giştî re bê ragihandin.
Berxwedan bandorek girîng dike
Çavkaniyan anî ziman ku seferberiya giştî ku tevahiya gelê Kurd tev lê bû û dengvedana wê ya di cîhanê de bandorek girîng kiriye. Çavkaniyan ragihand ku berxwedana hêzên HSDê, gelê Kurd û dostên wan di qada navneteweyî de bandorek girîng kiriye û daxuyandin ku berdewamkirina vê berxwedanê dê li ser encamanên bên girtin bi tesir be.
Mafê xwe rêvebirin û parastinê xeta sor e
Li ser mijara xwe rêvebirina gelê Kurd de jî çavkaniyan anî ziman ku mafê xwe parastin û rêvebirinê xalên herî girîng e û tişta ku Rêveberiya Xweser wekî xeta sor dibine ev babet e. Çavkaniyan ragihand ku li ser berxwedana HSDê, piştgiriya gelê Kurd û israra Rêveberiya Xweser li gorî hefteyek berî niha mizakere li ser bingehek rasteqîntir dimeşin.
Komployek navdewletî li dijî Kurdan pêk hat
Li ser lîstikên li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser tên meşandin jî çavkaniyan anîn ziman ku piştî Peymana Parîsê kompoleyek navneteweyî li dijî Kurdan hate plankirin û wiha gotin: “Li hemberî komployek berxwedanek mezin derket holê. Komploger negihiştin armanca xwe lê hêj ev komplo berdewam dike.”
‘Divê berxwedan mezin bibe’
Çankaniyan anî ziman ku divê bi tu awayî asta berxwedanê nekeve û berovajî vê yekê heta peyman pêk tê berxwedan bilind bibe. Çavkaniyan balkişand ser van xalan: “Berî niha jî çend caran peyman îmze kirin lê dema asta berxwedan û hestiyariyê kêm dibe, cardin êriş dikin. Ji bo wê divê gelê Kurd li ser piyan be. Di hundir de berxwedan ji derve dîplomasiyê, piştgiriya gel û hêzên derveyî bigire.”













