MKG û DFGê ji bo piştevaniya bi 7 rojnamegerên girtî re pirtûk û qertên sala nû şandin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegerên ku li Stenbolê xwestin vê komkujiyê şermezar bikin, rastî êrişa polîsan hatin û 7 rojnameger hatibûn girtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî ji bo piştevaniya bi 7 rojnamegeran re pirtûk û qertên serê salê şandin girtîgehê.
Gelek rojnameger hatin gel hev û ji bo şandina pirtûk, name û qertan amadekarî kirin. Rojnamegerên li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Beyoglûyê hatin gel hev, ji vir qert, pirtûk û name şandin girtîgehê.