DFGê rojnameger Bayram Balci ku duh li Ewropayê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyekê bi bîr anî û wiha got: “Bîranîn û têkoşîna wî dê di dîroka rojnamegeriyê de her tim bijî.”
Rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) ku li Ewropayê 7 sal bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, bi şev li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê Bayram Balci bi bîr anî û ji malbat, xizm û tevahiya çapemeniya azad re sersaxî xwest.
Daxuyaniya DFGê wiha ye: “Rojnameger Bayram Balci yê ku demekî dirêj di rojnameya Ozgur Gundemê de ked da, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Bayram Balci yê ku beşa herî mezin a temenê xwe diyarî têkoşîna çapemeniya azad kir, bi ked û tecrûbeya xwe ya di qada rojnamegeriyê de rê nîşanî gelek hempîşeyên xwe da. Bayram Balci yê ku şêwirmendiya senaryoya fîlmê PRESSê yê ku şahidiyeke girîng pêşkêşî dîroka çapemeniyê dike jî girtibû ser xwe, yek ji kesên hêja yên têkoşîna rojnamegeriya azad û heqîqetparêz bû.
Yek ji kedkarên yekemîn ên Ozgur Gundemê bû
Bayram Balci, yek ji kedkarên yekemîn ên Ozgur Gundemê bû. Di salên 1990an de, di heyama ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk dihatin de, ji ber nûçeyên ku çêkiribûn gelek caran hat tehdîtkirin û derbarê wî de doz hatin vekirin. Bayram Balci yê ku di heman demê de helbestvan bû jî, zêdetirî 34 salan di Çapemeniya Azad de xebitî. Bayram Balci, ev demeke dirêj bû ku di servîsa çandê ya Medya Haberê de edîtorî dikir.
Em hempîşeyê xwe Bayram Balci bi rêz û minetdarî bi bîr tînin; ji malbat, xizm û tevahiya civaka çapemeniya azad re sersaxiyê dixwazin. Bîranîn û têkoşîna wî dê di dîroka rojnamegeriyê de her tim bijî.”













