Doza nûçegîhana MAyê Ceylan Şahînlî ya ku ji ber bi bîr anîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, dihat darizandin, hat taloqkirin.
Ji ber bernameya bîranînê ya ku li navçeya Pirsûsa Rihayê ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatibû lidarxistin yekemîn danişîna doza ku li 4emîn Dadgeha Cezayê Sivik a Pirsûsê li dijî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî, hevserokê berê yê Rihayê yê DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî, hevseroka berê ya Dîlokê ya DEM Partiyê Zozan Ayhan û hevseroka berê ya Amedê ya DBPê Şîrîn Gurbuz hatibû vekirin, hat dîtin.
Ceylan Şahînlî û Zozan Ayhan beşdarî danişînê bûn û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Rihayê jî danişîn şopand.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û parastina Zozan Ayhan û Ceylan Şahînlî hat girtin. Paşê parêzeran parastin kirin û diyar kirin ku ew ê parastina xwe ya berfireh di rûniştina biryarê de bikin.
Şandeya dadgehê piştî parastinan, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 21ê Cotmeha 2026an kir.













