Endam û rêveberên MKG û DFGê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn bi bernameyekê bibîr anîn û piştre derbasî gora Gulistan Tara bûn û bi qurnefilan ew bibîr anîn.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Êlihê ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bernameya bîranînê li dar xistin. Nûnerên MKG û DFGê û malbata rojnameger Gulistan Tara li Sendîkaya Petrol Îşê ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn merasimek li dar xistin. Li salona bîranînê, wêneyên Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn danîn û pankarta MKG û DFGê ya “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” vekirin. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. Bernameyê piştî rêzgirtinê bi temaşekirina sînevizasyonê berdewam kir. Di bernameyê de berdevka MGKê Roza Metîna axivî û got: “Em hêza xwe ji wan şehîda digirin. Wan şehida suçên dewletê teşhir kirin û ji bo wê jî canê xwe dan. Ji bo em kuştina rojnamegeran bidin sekinandin em ê xwedî li pevajoyê derkevin.” Girse piştî bernameyê derbasî goristanê bûn.
Bi girseyî çûn ser gora Gulistan Tara
Koma ku li ser gorê kom bûn ewil ji bo hemû şehîdên çapemeniyê deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê, hevalên wê yên rojnameger û endamên malbatê qurnefilên deste xwe danîn ser gorê û dua xwendin.
Li ser navê malbatê xwîşka Gulistan Dîcle Erdem axivî û got: “Hûn hatîn we îro baxçe Gula zîyaret kir. Gulîstan niha di nav me de nîne. Lê rihê wê her tim li ba me ye. Gulîstan Nazim Cîhanê tu caran naqedin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ dawî bû.
Têkildarî bûyerê
Dİ 23yê Tebaxa 2024an de balafirên bi çek û bê mirov (SÎHA) li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî maşîneya wan êrîşa hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman êrîşê de 8 xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûbûn.