MKGê, di rapora xwe ya meha Çileyê de diyar kir ku rojnamevan bi binpêkirinên rasterast re rû bi rû mane û xwest ku hemû zext, girtin, lêpirsîn û sînordarkirinên xwegihandinê yên li dijî rojnamevan û çapemeniya azad bi dawî bibin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Çileyê eşkere kir. MKGê di rapora xwe de destnîşan kir ku di tevahiya meha çileyê de, rojnamevan bi binpêkirinên rasterast rû bi rû man, di nav de binçavkirin, muameleya xerab, êrişa fizîkî, gef û astengkirina weşana nûçeyan jî hebûn û got: “Destwerdanên di dema ragihandina bûyerên civakî û pêşketinên siyasî de ewlehî û çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan hedef girtin. Ev yek nîşan dide ku girîngiya giştî ya raya giştî têk diçe.”
Çalakiyên rojnamegeriyê yên li qadê têne krîmînalîzekirin
MKGê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Çileya 2026an bû serdema zextên kûr û piralî yên li ser rojnamevanan û bi giştî li ser çapemeniya azad. Daneyên ku ji hêla MKGê ve hatine berhevkirin aşkera dikin ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan ne tenê li qadê, lê di heman demê de bi awayekî sîstematîk bi rêya dadwerî, aborî û bi taybetî jî di qada dîjîtal de têne kirin.
Di tevahiya meha Çileyê de, rojnamevan bi binpêkirinên rasterast rû bi rû man, di nav de binçavkirin, muameleya xerab, êrişa fizîkî, gef û astengkirina weşana nûçeyan jî hebûn. Destwerdanên di dema ragihandina bûyerên civakî û pêşketinên siyasî de ewlehî û çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan hedef girtin. Ev yek nîşan dide ku girîngiya giştî ya rayagiştî têk diçe.
Di vê çarçoveyê de, pênc rojnamevanên ku li Nisêbînê xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava dişopandin hatin binçavkirin. Rastiya ku rojnamevan tenê ji ber nûçeyan hatine binçavkirin nîşan dide ku çalakiyên rojnamegeriyê yên li qadê têne krîmînalîzekirin û rê li ber herikîna agahiyên giştî tê girtin.
Gelek hesabên medyaya dîjîtal û malperên nûçeyan li Tirkiyeyê hatin astengkirin
Mijareke din a girîng a vê mehê sînordarkirinên zêde yên li ser gihîştina çapemeniya azad û medyaya dîjîtal e. Gelek malperên nûçeyan, hesabên rojnamevanan û hesabên medyaya dîjîtal ên rêxistinên medyayê li Tirkiyeyê hatine astengkirin an jî nayên dîtin. Armancgirtina dezgehên medyayê yên ku li ser pirsgirêkên jinan disekinin û naveroka rexnegir diweşînin nîşan dide ku sansura dîjîtal bi awayekî bijartî û bi zanebûn tê sepandin. Ev destwerdan rasterast mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê binpê dikin.
Darizandin bi xwe wekî amûrekî çavtirsandinê derdikevin pêş
Pêvajoyên dadwerî her ku diçe dibin mekanîzmayeke cezakirinê ya ji bo rojnamevanan; darizandinên dirêj, tedbîrên kontrola dadwerî û lêpirsînên li pey hev zexteke domdar diafirînin. Her çend di hin dozan de biryarên beraetkirinê hatine dayîn jî, darizandin bi xwe wekî amûrekî çavtirsandinê derdikevin pêş.
Her çend di rapora me ya Çileyê de cih negirtibe jî, zextên li ser rojnamevanan di rojên pêşî yên sibatê de jî berdewam kirin. Pênc rojnamevanên Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) hatin binçavkirin, di heman demê de lêpirsînek nû li dijî midura nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger, hate destpêkirin. Ev pêşketin zextên dadwerî yên berdewam ên li ser çapemeniya azad û rojnamegeriya jinan, nîşan didin.
Wekî MKGê, em balê dikişînin ser vê rewşê; em daxwaz dikin ku hemû zext, girtin, lêpirsîn û sînordarkirinên gihîştinê yên li dijî rojnamevan û çapemeniya azad bi dawî bibin û azadiya çapemenî û derbirînê li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî were misogerkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku Midura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê Hatîce Duman û Xebatkara TRTê Ozden Kinik hêj girtî ne.













