MSDê lihevkirina di navbera HSD û hikumeta demkî de got, “Armanc ji vê lihevkirinê dawî li aloziyê bê, pêşî li kaoseke din were girtin û mercên ji bo qonaxeke siyasî ya nû were afirandin.”
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku MSDê lihevkirina dawî ya di navbera hikumeta demkî û HSDê de wekî gavek di rêyeke aloz de dibîne. Armanc ji vê lihevkirinê dawî li aloziyê bê, pêşî li kaoseke din were girtin û mercên ji bo qonaxeke siyasî ya nû were afirandin ku pêwîstî bi çareserkirina sedemên bingehîn ên pevçûnê heye. Her lihevkirineke siyasî yan ewlehî tenê dikare bi rêjeya pabendbûna wan a pratîkî ya parastina sivîlan, garantîkirina mafên sivîl û siyasî yên Sûriyeyê, misogerkirina vegera ewle û bi rûmet ji bo koçberan û parastina aştiya sivîl û aramiya civakî were nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûyerên vê dawiyê bi diyalogan dihatin çareserkirin. MSDê bi tundî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
MSDê di daxuyaniyê de diyar kir ku qonaxa heyî pêwîstî bi ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de heye. Divê rê li ber fitneyan were girtin, hevbeşiya Erebî-Kurdî were xurtkirin û rola hêzên sivîl û siyasî wekî garantorên rastîn ên yekitî û aramiya welat were çespandin, dûrî mantiqê serdestî yan dûrxistinê. MSDê pabebdnî parastina têkiliyên xwe yên niştimanî û navneteweyî yên piştgirê aramiyê, şerê li dijî terorê, parastina maf û azadiyan di çarçoveya rêzgirtina li serweriya Sûriyê û vîna gelê wê de, ye..
MSDê di dawiya daxuyaniyê de got di demekê de ku vê qonaxa hestiyar û astengiyên wê dişopîne, diyar dike ku ew ê li ser bingeha bernameya xwe ya siyasî ya niştimanî xebatên xwe bidomîne. MSD berpirsyariyên xwe yên dîrokî hildigire ser milê xwe û di wê baweriyê de ye ku tiştê îro li Sûriyê diqewime ne dawiya rêgehê ye, lê belê kêliyeke veguhertinê ye. Ev kêlî li ser hemû hêzên demokratîk ferz dike ku rolên xwe ji nû ve birêxistin bikin û berevaniya daxwazên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê de bikin.













