Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê bi meşekê êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Başûr Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û banga piştgiriya gelan kir.
Bi tevlibûna rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên demokratîk ên li Mûşê û gelek welatî ji bo piştgiriya Rojavayê were kirin meş li dar xistin. Girseya li Werçerxa Yeşîl Yurdê hate cem hev pankartên, “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e û teslîm nayê girtin” û “Rojava xeta me ya sor e” vekir.
Girseyê ji Werçerxa Yeşîl Yûrdê heta Taxa Yeşîlceyê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Gelê Kurd şiyar be li rûmeta xwe baldar be” avêtin. Di dema meşê de esnaf û niştecihên taxê jî bi çepik û tîlîliyan piştgirî dan meşvanan.
‘Êriş sûcê şer e’
Serokê Rêxistina DBPa Mûşê Ûmût Yilmaz daxuyanî xwend. Yilmaz êrişên komkujiyê yên li ser her du taxên Kurdan ên li Helebê bi bîrxistin û wiha axivî: “Bermayên DAÎŞê û HTŞê li van du taxan komkujî pêk aniye. Em li vir bang li raya giştî dikin. Dengê xwe li dijî vê komkujiyê bilind bikin.”
‘Em destûr nadin komkujiyê’
Ûmût Yilmaz bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir ku li hemberî komkujiyê bêdeng neminin û axaftina xwe wiha domand: “Tiştên tên kirin bi awayek pir zelal sûcên şer in. Lê divê bê zanîn ku em tu carî destûr nadin gelê me yê Rojava bê qetilkirin.”
Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan belav bû.
















