Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu têkildarî êrişên li ser Rojava diyar kir ku divê tevahî gelê Kurd li dijî êrişan berxwe bide û got: “Roj rojaparastina Rojavayê ye. Divê her çar aliyê Kurdistanê gelê me rabê li ser piyan û li gelRojavayê bisekine.”
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu têkildarî êrişên li ser Rojavadaxuyanî da. Daxuyaniya Mustafa Karasu li ser malpera ANFyê hat parvekirin.
‘Bi van êrişan dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin’
Mustafa Karasu diyar kir ku êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên li ser Rojava bihevkariya dewleta Tirk pêk tê û got: “Êrişên li Şêxmeqsûd hatiye destpêkirin têxwestin tevahî hêreman gelê Kurd koçberî bikin. Bi van êrişan dixwazin îradeya gelêKurd bişkînin. Divê her çar aliyê Kurdistanê gelê me rabê li ser piyan û li gelRojavayê bisekine. Zarokên Rojavayê bi deh salan ê li çar aliyê Kurdistanê berxweda û bi hezaran şehîd da. Divê ji bona wê herkes piştgiriyê bide Rojavayê. Çawa ku DAÎŞ li Kobanê hat tunekirin û alîkarî hate kirin divê dîsa heman alîkarî bên kirin.”
‘Divê em xwehêza xwe bawer bin’
Mustafa Karasu anî ziman ku serkeftina Kobaniyê ne tenê bi berxwedana gelêKobaniyê pêk hat û ev tişt got: “Tevahî cîhan piştgirî da berxwedana Kobaniyê divêîro jî heman berxwedan pêk werê. Ciwanê Kurdistanê ji bona wê heye. Di sala 2014an de sînorê Pirsûsê bû cihê berxwedanê. Divê îro jî heman tişt pêk bê. Îro rojroja parastina Rojavayê ye. Gelê Kurd li dijî tevahî şeran berxwe da. Îro jî divê em xwehêza xwe bawer bin dê ev êriş bê tek kirin. Hêza siyasetê yên çar aliyê Kurdistanê îro ev peywîrê wan heye. Îro jî yên ku pêywîrê xwe bi cih neynin gelê me vê qebûl nakê. Ez bang gelê Ereb û Suryanî dikim. Bi salan e gelê Kurd, Ereb û Suryanî di nava aramiyê de jiyan kirin. Niha HTŞ û hin hêzen din dixwazê wan gelandijî hev bîne. Divê gelê Ereb neyê lîstikan. Çawa ku hêzen şoreşger û sosyalîst disala 2014an de alîkarî dan Kobanê divê îro jî rolên xwe bileyzin.”













