• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Huseyîn Aykol tê oxirkirin: Rêya te rêya me ye

    Huseyîn Aykol tê oxirkirin: Rêya te rêya me ye

    Li Amedê rêyên bi sedan gund hatin girtin

    Li Amedê rêyên bi sedan gund hatin girtin

    Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû  NÛÇEYA LEZGÎN

    Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû NÛÇEYA LEZGÎN

    Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin

    Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin

    Mustafa Pekoz: Heke Tirkiye HSDê qebûl neke dê winda bike

    Mustafa Pekoz: Heke Tirkiye HSDê qebûl neke dê winda bike

    Rojnameger Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê

    YRDê rojnameger Huseyîn Aykol bi bîr anî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Huseyîn Aykol tê oxirkirin: Rêya te rêya me ye

    Huseyîn Aykol tê oxirkirin: Rêya te rêya me ye

    Li Amedê rêyên bi sedan gund hatin girtin

    Li Amedê rêyên bi sedan gund hatin girtin

    Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû  NÛÇEYA LEZGÎN

    Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû NÛÇEYA LEZGÎN

    Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin

    Ji bo Huseyîn Aykol merasîma oxirkirinê tê lidarxistin

    Mustafa Pekoz: Heke Tirkiye HSDê qebûl neke dê winda bike

    Mustafa Pekoz: Heke Tirkiye HSDê qebûl neke dê winda bike

    Rojnameger Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê

    YRDê rojnameger Huseyîn Aykol bi bîr anî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mustafa Pekoz: Heke Tirkiye HSDê qebûl neke dê winda bike

Mahmût Altintaş / AW

2 ÇILE 2026 - 10:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz têkildarî hevpeymana leşkerî ya di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rûm a Kibrisê de diyar kir ku bi vê hevpeymanê bandora Tirkiyeyê li ser herêmê qels dibe û got: “Di siberojê de Tirkiye dê bi HSDê re hevdîtinê bike. Heke wisa neke dê li her derê winda bike.”

Îsraîl, Yunanistan û Rêveberiya Rum a Kibrisê di Kanûna 2025an de li Lefkoşayê hevpeymana “Plana Tevgera Hevpar a Leşkerî” îmze kir. Li gorî vê hevpeymanê Îsraîl hezar, Yunanistan hezar û Rêveberiya Rûm a Kibrisê jî dê 500 leşker bi tevahî 2 hezar û 500 leşker bi çekên giran li dijî êrişan ji bo mudaxaleyan amade bikin. Bi vê hevpeymanê re dê li derdora sînorên Tirkiyeyê Îsraîl bi cih bibe û xeta enerjiya Ege, Behra Reş û Behra sipî jî dê di bin kontrola ewlehiya Îsraîl de be. Ev hevpeyman di qada navneteweyî de jî weke li dijî Tirkiyeyê hat şîrovekirin. Her wiha hevpeyman dê di serî de li Sûriyê û li ser Rojhilata Navîn bandoreke mezin bike. Dê li ser xeta Rojhilatê Behre Sipî korîdoreke ava bike û ev korîdor dê Sûriyeyê jî bigirê nava xwe.

Bi vê hevpeymanê re bandora Tirkiye li ser Sûriyê û herême jî qels dibe. Ev hevpeyman dê li pêşerojê bandoreke çawa li ser hevsengiya Rojhilata Navîn bike di raya giştî de jî tê nîqaşkirin. Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, tekildarî hevpeymanê û bandora wê li ser Tirkiye, hevsengiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê pirsên Ajansa Welat bersivand.

* Di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rûm a Kibrisê de hevpeymaneke leşkerî hate îmzekirin. Ev hevpeyman dê bandoreke çawa li hevsengiyên Kibrisê bike û li Tirkiye û Rojhilata Navîn çi pêşketinan bi xwe re bîne?

Ev hevpeyman pir stratejîk e û ne tenê Behra Reş a Rojhilat, di heman demê de Ege jî digirê nav xwe û havzaya Behra Sipî jî di nav de ye. Hamleyeke stratejîk e. Di navenda vê de jî Îsraîl heye. Di heman demê de dikarê bandora pevçûneke di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de jî bike. Weke tê zanîn Kibris parçekirî ye, lê di tekiliyên navneteweyî de Beşa Rûm a Kibrisê tê temsîl kirin. Demeki dirêj e di navbera Îsraîl û Rêveberiya Rûm a Kibrisê de hevkariyeke leşkerî û li ser ewlehiya hewayî hevdîtin hebûn. Ev hevdîtin her ku çû şenber bûn û niha jî bi awayekî fîîlî Îsraîl di Kibrisê de bi cih bûye. Li wir weke dewletên garantor Îngîltere, Firansa û Amerîka jî hene. Ne tenê usên hewayî lîmanên Kibrisê jî bikartînin. Di navbera Îsraîl û Yunanîstanê de jî hevpeymana hevkariya stratejîk a leşkerî pêk hat. Ev hevkariya stratejîk a leşkerî pir berfireh e. Hem qadek leşkerî û hem jî qadeke enerjiyê ye. Yanî hevkariya Îsraîl û Yunanîstanê ne li ser parastina pergala hewayiyê di heman demê de bikaranîna teknolojiya leşkerî jî di nav de ye. Ev jî tê vê wateyê; Li rex Tirkiyeyê gravên di bin kontrola Yunanîstanê de ne û sînorê Tirkiyeyê Îsraîl û Yunanîstan dê pergala parastina hewayî bi cih bike. Pergala parastina hewayî ku dê li adayan Ege bi cih bikin wê li Îzmîr, Çanakalê, Aydin û Burdurê û herêmeke berfireh kontrol bike. Yên ku dê li Kibrisê bi cih bikin jî dê Hatay, Mêrsîn, Edene û Antalya kontrol bike. Hemû sînorên behrê yên Tirkiyeyê ji aliyê leşkerî ve ji aliyê tîfaqa Îsraîl, Yunanîstan Rêveberiya Rûm a Kibrisê ve hatiyê kontrol kirin. Bi vê yekê re bandora Tirkiyeyê bi awayekî hatiyê şikandin. Di navbera Yunanîstan û Misirê de jî li ser Derya spî hevkarî heye. Di pêşerojê de tê gotin ku Lubnan, Misir û Sûriye jî dê tevlî vê hevpeymanê bibe. Ev jî tê vê wateyê; Bandora Tirkiyeyê li ser Behra Reş a Rojhilat bi awayekî mezin sînordar dike.

Di pêşerojê de pêvajoyeke ku Tirkiye leşkerên xwe li Kibrisê vêkişîne dê dest pê bike. Netanyahû jî di civînê de got ‘Em ê 3+1 bikin.’ Ev yek kî ye; Amerîka ye. Çend roj berê jî bi Trump re jî hevdîtin kirin û tê gotin ku mijara hevdîtinê yek jî ev bû. Ji bo 10 salên pêş plansaziya ku leşkerên Tirkiyeyê ji Kibrisê derbikevin hatiyê amade kirin. Em nizanin ku Tirkiye di ferqê de ye na na. Lê îhtîmaleke mezin di ferqê de ye. Lê polîtikayên Tirkiyeyê nîşan dide ku ji bo destûr nede Kurd li Sûriyeyê xwe rêvebibin dê dev jî van hemû stratejiyan berde. Dê Kibrisê weke depoya korîdoreke enerjî bikar bînin. Ev ne tenê li Rojhilata Navîn, dê li Asyaya Navîn ji Turkmenîstanê Dogalgaz, ji Îranê petrol û Dogalgazê bîne. Eger korîdora Davut pêk neyê dê li ser Sûriyê bînin Akdenîzê û li wir jî bînin Kibrisê. Li Kibrisê dê bê depokirin û li wir jî li ser Egeyê bibin Yewmenîstanê. Ev jî tê vê wateyê; Tirkiye di korîdora enerjiyê de li dervê tê hiştin. Hem ji aliyê aborî ve û hem jî ji aliyê tekiliyên jeopolîtîk ve Tirkiye dê darpeyeke mezin bigirê derkeve derveyî denkleme.

* Li gor hevpeymanê Îsraîl û Yewmenîstan dê hezar û Rêveberiya Rûm a Kibrisê jî 500 leşker û bi tevahî 2 hezar û 500 leşker weke mudaxaleya lêzgîn bên amadekirin. Gelo li gor hevpeymana Lozanê divê li gravên sînorên Tirkiyeyê ji leşker tune bin? Ev ne li dijî peymana Lozanê ye? Ev dê bandoreke çawa bike?

Ji aliyê din ve jî ji aliyê Wezîrê Tekiliyên Derve ve hat gotin ku dê 2 hezar û 500 leşker li ser gravan bê bi cihanîn. Ev leşker dema rewşeke operasyoneke bi lezgînî pêkhat dê mudaxale bikin. wisa xuya dike ku ev leşker dê li Kibrisê bên bi cih kirin. Ev jî tê vê wateyê dema Rêveberiya Tirk a Kibrisê bi piştgiriya Tirkiye êrişî Rêveberiya Rûm a Kibrisê bike ev dê mudaxalê bikin. Ev leşker dê bi çekên giran, tang, top û pergala parastina hewayî amade be. Jixwe Îsraîlê Rêveberiya Rûm a Kibrisê bi pergala parastina hewayî vê amade kiriye. Erê rastê hê grav li gor peymana Lozanê divê ji leşkeran muhaf bên girtin. Lê di sala 2006an de di navbera Tirkiye û Yewmenîstanê de ji ber hevdîtinên Yekitiya Ewropa Tirkiye dev ji wan xalan berda. Weke mînak Girava Gîrîtê bû ye Kendaveke mezin a leşkerên DYA û Firansayê. Ev grav pir nêzî sînorên Tirkiyeyê ne û niha dê leşkeran li wan gravan bi cih bikin. Niha tîfaqeke leşkerî heye. Heke Tirkiye li dijî Yewmenîstanê an jî Rêveberiya Rum a Kibrisê haraketeke lêşkerî bide destpêkirin ev heza ji 2 hezar û 500 leşker û techîzatên mezin a leşkerî pêk tê dê mudaxalê bike. Tirkiye bêje hûn hevpeymana Lozanê binpêdikinê û nikarin li ser sînorên min di gravan de leşkeran bi cih bikin û êriş bike wê demê ev leşker dê mudaxalê bikin. Li gor tîfaqa NATO ne pêkan e di navbera Yewmenîstan û Tirkiyeyê de şer derbikeve lê Îsraîl û ev hêza 2 hezar 500 leşker pêk tê dikarê bikeve dewrê. Stratejiya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn, Behra Sipî a Rojhilat û Egeyê têk çû.

* Li dijî vê hevpeymanê Tirkiye jî bi Lîbyayê re xwest hevkariyeke leşkerî pêşbixîne. Li ser vê yekê heyeteke leşkerî ku di nav Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê Muhammed Ali Ahmed Al-Haddad jî di nav de bû hat Tirkiyeyê û piştî heyet vedigeriya Lîbyayê balafîra wan di nav sînorê Enqereyê de ket û ji heyetê 8 kesan mirin. Gelo tekiliya vê bûyerê û hevpeymana Îsraîl, Yewmenîstan û Rêveberiya Rûm a Kibrisê heye an tesaduf e?

Tirkiye li dijî vê hamleyê bi Lîbyayê re ket tekiliyê. Çend roj berê jî heyeteke leşkerî ya Lîbyayê hat Tirkiye û piştî vêdigeriya Lîbyayê li sînorên Enqereyê ket xwarê. Ev ketîn dibe ku tesaduf be. Lê ez di nava vê denkleme de bawerî tesadufe nakim. Îsraîl, Yunanistan û Rêveberiya Rûm a Kibrisê tîfaqeke stratejik kirin û ev ragihand. Piştî rojeke di meclise de tezkereya Lîbyayê derbas bû. Li Libya 2 hikumet hene. Tirkiye jî heyeteke Lîbyayê ya hikumeta peytaxtê vexwend Tirkiyeyê û di navbera wan de hevpeymanek hat îmzekirin. Piştî ev heyet vegeriya balafira wan ket û yên di balafîrê de mirin. Li gor min ev balafir hat xistin. Tirkiye nekarî sedemê derxînê holê. Şand Elmanyayê wan jî got me nekarî çareser bike. Lê teknolojiya Elmaniyayê dikarê çareser bike. Lê nexwestin. Niha jî şandinê Îngiltere. 3 motorên balafîrê hebûn û heta niha tu qeza nekiriye. Lê çawa dibiyê 3 motor bi hev re xirab dibine. Li gor min ev li dijî politikaya Tirkiyeyê li Lîbyayê êrişek bû. Beriya wê jî çend ÎHA li Behra Reş bi rê ketibûn û piştî 3 sed kîlometrê tê xistin. 3 sed kîlometrê dikariyê bikevê hewa Tirkiyeyê. Yanî li dijî polîtikayên Tirkiyeyê li ser herême dorpeçek heye şiyar dikin. Yanî dibêjin tu li Rojhilata Navîn û Lîbyayê hamleyeke bike em ê wisa bersiv bidin. Dema em pergalê dinêrin û aktoran tînin ber çavan teqez ev ne tesadufê û mudaxeleyeke. Dewlet nikariyê daxuyaniyeke bide.

* Tekilia vê hevpeymanê û projeya IMEC ku xeta enerjiyê ya di navbera Hindistan, Korfez û Ewropayê de ye û di Yewmenîstanê de diqede çi ye? Di nava vê deklemê de cihekî çawa digirê?

Îsraîl bi vê hevpeymanê dibêje li herême di sererastkirinên jeopolitik de ez ê heza lêşkerî bikar bînim. Her çiqas Îsraîl bêje ez ê sînorên xwe ewle bikim jî armanc ji korîdora enerjî re avakirina qadeke ye. Korîdora Hîndîstanê li welatên Kendavê derbas dike û li ser Îsraîlê û li wir ser Behra Sipî diçe Ewropayê û navenda wê xetê jî dê Turmuz bibe. Ji bo wê jî ev hamleya Îsraîlê stratejiya ewlehiya korîdorê pêk tîne. Îsraîlê 2 roj berê xweseriya Somalilandê naskir. Di 2 hefteyên pêşya me de jî Trump dê biryarnameke ragihînê û bêje ez xweseriya Somalilandê nasdikim û dê Serokkomarê wê derê vexwînê Amerîkayê. Somaliland li Korfezê pêşberî Yemenê ye û li cihe ku Tirkiye û Somalî di hevkariyê de ne li wir e. Di heman demê de jî keştiyên bazirganiyê ku li Okyanosa Hîntê dê bên kontrol kirin û korîdora Hindistan û Korfezê bê kontrolkirin û rastî êrişan neyê Îsraîl li Somalilandê bi cih bû. Bi vê yekê denklemê pêktînê. Îsraîl bi vê yekê ji dewletên navneteweyî re dibêje korîdora wê dê di bin ewlehiya leşkerên Îsraîlê de be. Di navenda vê de jî Sûriyê heye.

* Ev hevpeyman gelo dê bandoreke çawa li ser polîtikayên Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser û Sûriyê bike? Dê bandoreke çawa li ser heza Tirkiyeyê li Sûriyeyê bike?

Bi vê hevpeymanê de, Îsraîl dê li Rojhilatê Behra Sipî jî bibe xwedî hêz. Hîn cihên Rojhilata Sipî jî aidî Sûriyê ne. Ji Hetayê bigirê heta Lubnanê korîdoreke mezin e. Ji bo wê jî divê ew der ji bo Îsraîlê bi ewlê be. Di pêşerojê de Lubnan jî dê tevlî vê tîfaqê bibe. Ji bo Gazeyê jî dê Hamasê bi temamî tasfiyê bikin û bajarekî weke Dubayî ava bikin. Bajarekî bazirganî ava bikin. Ewlehiya wir jî Îsraîl dê berpirsyar bibe. Misir û Lubnanê û di pêşerojê de Sûriyê jî dê daxilî vê projeyê bibin. Ji bo wê jî divê bandora Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê bê lawazkirin û derbikevin derveyî denklemê. Îsraîl ji bo vê yekê bi biryar e. Îsraîl hukmeteke bi hêz a Şamê naxwaze. Dibêje heta 2040an Sûriye dê nekarê teknolojiya leşkerî pêşbixînê û nikarê hêza hewayî bikar bîne. Tirkiye jî dixwazê bikeve herêmê. Lê pêşketinên li herêmê ji aliyê Îsraîlê ve pêk tên. Îsraîl dixwaze Sûriyeke federatif ava bibe, hikumeta Şamê Lawaz bibe û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin. Helbet ne ku Îsraîl ji Kurdan hez dike vê dixwaze. Lê berjewendiyên Îsraîlê û daxwazên Kurdan hev digirin. Dema Serokkomar Erdogan çû Amerîkayê bi Trump re hevdîtin kir jî ev yek hat axaftin. Li Sûriyê pergaleke ne navendî Kurd, Elewî û Dûrzî xwe bi xwe rêvebibin û pergaleke bi vî rengî ava bibe. Dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî weke xwe tevlî arteşa Sûriyeyê bibe. DYA û Îsraîlê ji bo stratejiya xwe pêkbînin divê hevsengiya li Sûriyeyê biguherê. Hikumeteke bi hêz a Şamê bandor li ser planên Îsraîlê dike. Di pêşerojê de planên Îsraîl ên li Sûriyeyê dê bên qebûlkirin. Dê DYA û dewletên Ewropî vê yekê pêk bînin. Tirkiye jî di polîtikayên xwe yên li Sûriyeyê de paş de gav avetiye û di pêşerojê de dîsa dê gefan bixwê lê di dawiyê de bi HSDê re hevdîtin bike. Heke Tirkiye di vê politikaya xwe de israr bike, dê hem li Sûriyeyê û hem jî li Rojhilatê Behra Sipî dê têk biçe û derkevê derveyî denklemê. Îsraîl ne tenê li Sûriyê her derê denklemeke ava dike. Di navendê de jî Tirkiyeyê heye. Tirkiye jî di tekiliyên navneteweyî de tenê ma ye. Ku rastiya herêmê qebûl neke dê Rojhilatê Behra Sipî û Kibrisê jî winda bikin.

* Di nav van geşedanan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî berdewam dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran balkişandibû ser geşedanên cihanê û Tirkiye şîyar kir. Gelo bandora van geşedanan li ser pêvajoyê çi ye? Heke Tirkiye bi awayekî demokratik pirsgirêke çareser neke dê pêşî li xetereyên çawa veke?

Ev pêvajo ji aliyê Devlet Bahçelî vê hat destpêkirin. Piştre jî Abdullah Ocalan vê banga 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” pêkhat. Piştre jî ji aliyê PKKê vê gavên dîrokî hat avetin. Devletê dît ku li Rojhilata Navîn pêşketinên nû dê pêk werin û ev pêşketin heta deriyê Tirkiyeyê werin. Bahçelî jî dibêje ez li gor bekaya dewletê van gavan diavejim. Bandora pêşketinên li Rojhilata Navîn piştî Îranê dê Tirkiyeyê jî bike. Ev yek dîtin. Dihat gotin Îsraîl dê êrişî Tirkiyeyê bike. Erê Îsraîl bi leşkerî êrişî Tirkiyeyê nake lê weke bûyera Lîbyayê dikarê balafîrên bixînê. Ji bo wê jî Tirkiye bi Kurdan re pêvajoyek dan destpêkirin. Tirkiyê dît ku çawa li Sûriyê xweseriyê Kurdan pêkhat heke mudaxaleyi Îranê jî bikin dê li Îranê jî bibe û dê dor bê Tirkiyeyê. Tevgera Kurd jî cara yekem bi banga Abdullah Ocalan berovajî pêvajoyên aştiyê yên cîhanê gav avet. Yanî çek berdan û xwe fesîh kirin di dawiyê de dibe lê Tevgera Kurd bi banga Abdullah Ocalan xwe fesîh kir û destpêkir. Piştrê jî çekên xwe şewitandin û piştrê jî hezên xwe vekişandin. Ji bo wê jî niha şûn vê jî divê gavên şenber bên avetin. Lê dema em raporên partiyên siyasî dinêrin ji bilî DEM Partî li dûrî çareseriyê ne. Raporên AKPê û MHPê li dûrî tişta li bende bûn. Abdullah Ocalan jî şiyar dike û dibêje heke ev mesele li vir çareser nebe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gav neyên avetin û heke Îsraîl were li vir bi cih bibe me berpirs nekin. Dema em tevahî rewşê dinêrin dibinin ku dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne amade ye. Ji aliyê din vê jî sedemê gavên li vir hatinê avetin aştiya navxweyiyê û alaqaya wê bi Sûriyê re tune ye. Heke hûn bejin bila HSDê tasfiyê bibe û Pejak tasfiyê bibe ev tê wateyê ku hûn zahmetiyan derdixînin. Abdullah Ocalan jî di peyama sersalê de got divê Tirkiye bi HSDê re tekiliyên erênî pêşbixînê û zemîneke demokratik pêk were. Abdullah Ocalan dibêje heta zemîneke demokratik pêknayê çareserî pêşnakeve. Tirkiye pêşketinên li ser sînorên wê pêktên û dide nişan ku Tirkiye girîngiya xwe ya jeopolitik winda kiriyê. Tevî vê jî tu gavên şenber naveje. Heke Tirkiye vê pirsgirêkê niha çareser neke di pêşerojê de pirsgirêkeke hê mezin a Kurd dê were rojeva Tirkiyeyê. Ji bo wê jî divê Tirkiye li gor pêvajoyê gavên şenber baveje û pirsgirêkê çareser bike.

 

 

 

 

Etîket: Dr. Mustafa PekozHSDÎsraîlKibrisRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêRojhilata NavînTirkiyeYewnanistan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HSDê îdiayên êrîşê derewand

HSDê îdiayên êrîşê derewand

2 ÇILE 2026
Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

31 KANÛN 2025
Îsraîl: Tirkiye ji bo Îsraîlê ‘gefa duyemîn’ e

Îsraîl: Tirkiye ji bo Îsraîlê ‘gefa duyemîn’ e

31 KANÛN 2025
Lieberman: Li Sûriyê şûna wekîlên Îranê yên Tirkiyeyê bûn desthilat

Lieberman: Li Sûriyê şûna wekîlên Îranê yên Tirkiyeyê bûn desthilat

31 KANÛN 2025
Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

HSD: Hêzên me bersiva jêdera dronên xwekuj da

30 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (36)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne